Sêrt – Endamê ÎHDa Sêrtê parêzer Orhan Çelîk bal kişand ser biryara DMME ya derbarê “Mafê hêviyê” de û got: “Ji bo ku birêz Ocalan bikaribe bi rol û mîsyona xwe rave divê dewlet qanûnên ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo “Mafê Hêviyê” serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê tevî serlêdanan jî dîsa encamek jê derneket. Dûre di 18ê Adara 2014an de DMMEyê biryar da û ji dewleta Tirk xwest ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên ku di zindanan de dîl hatine girtin “Mafê Hêviyê” bi cih bîne. Dewleta Tirk ev biryar heta niha hê jî bi cih neaniyê û DMMEyê ew mehkûm kir. Tevî ku di ser biryarê re 12 sal derbasbûne û zêdetirî saleke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye destpêkirin jî dewleta Tirk hêj jî ev biryar bi cih neaniye. Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê parêzer Orhan Çelîk derbarê “Mafê Hêviyê” de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Orhan Çelîk bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 93yan heta niha her tim xwestiye ku pirsgirêka Kurd bêçek bê çareserkirin û anî ziman ku ji ber vê yekê her tim bangên Abdûllah Ocalan ji rayedarên dewletê re hebûne. Orhan Çelîk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Birêz Ocalan dibêje, ‘hewceye em bi hev re bi rê û rêbazên demokratik, hiqûqî û gavên şênber biavêjin.’ Bi vê yekê re li vê qadê têkoşîna xwe didomînin. Her wiha beriya sal û nîvekî Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî bangek kir û got bila ‘mafê hêviyê’ bê naskirin û bila Abdullah Ocalan bê Meclisê. Birêz Ocalan jî bersiva vê yekê da, paşê bang li PKKê kir û çekên xwe şewitandin. Ji wê rojê heta niha jî ji aliyê rêxistinê ve tu şerekî li dijî dewletê nehatiye kirin. Hêzên xwe yên hemû herêmê jî vekişandin. Ev gav pir erênî ne.”
‘Gelek kêmasî di raporê de hene’
Orhan Çelîk bal kişand ser xebatên Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û rapora amade kirî û wiha domand: “Gelek kêmasî di raporê de hene. Dema ku em li raporê dinêrin di naverokê de hin tişt anîne ziman, di nav de pirsgirêka Kurd tune ye. Di raporê de divê avêtina gavên qanûnî hebûya, tişta ku em lê dinêrin ji bo ku dilê Kurdan rihet bibe tu gavek nehatiye avêtin. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji dil bawerî bi pêvajoyê naîne. Dema ku ev pêvajo hatibû destpêkirin digotin dê girtiyên nexweş bêne berdan. Ew jî nehatin berdan û gav jî neavêtin. Lê çawa bê şênberkirin û gavên çawa bêne avêtin, ev yek nayê nîqaş kirin. Ev pêvajo hê jî bawerî nedaye gelê herêmê.”

‘Nêzîkatiyên dewletê ji hev nagirin’
Orhan Çelîk anî ziman ku hiqûqa “mafê hêviyê” li Ewropayê li pêş ketiye û wiha pê de çû: “Kesekî ku çiqas sûcdar be divê baweriya wî ya ku dê rojek ji girtîgehê bê berdan neyê şikandin. Mirovekî ku cezayê muebeda giran lê hatibe birîn, divê ew mirov heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de neyê hiştin. Dema ku serlêdan bên kirin jî divê meqam û daraza dewletê ji bo serbest berdana wan kesan biryarekê bide. Bi vî awayî DMMEyê jî di vê hêlê de biryarên berdanê daye. Biryareke Vînter heye, ew û hevalê xwe ji kuştina gelek mirovan berpirsyar têne darizandin. Û cezayê muebada giran didin wan. Piştî demekî Vînter serlêdana meqama dewletê dike û tehliyeya xwe dixwaze. Dibêje ‘tu pirsgirêkên min tune ne.’ Lê meqamên dewletê bi tu awayî bersiva wî nadin. Paşê ev parêzerê wî diçe DMMEyê, serlêdanê dike û dadgeh jî îhlalê dide. Di peymana DMMEyê de xala sêyemîn heye, ew jî ev e; ‘divê tu mirov bi îşkenceyê re rû bi rû neyê hiştin.’ Dema ku mirov li şert û mercên Girava Îmraliyê jî dinêre ne di cih de ne. Nêzîkatiyên dewletê jî ji hev nagirin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji aliyekî ve dibêje, ‘Rêberekî avakar e’ û ji aliyekî ve wî di zindanê de dihêlin. Wan bixwe jî hê xwe zelal nekirine.”
‘Divê dewlet bi vî awayî mantalîteya xwe biguherîne’
Di dawiya axaftina xwe de Orhan Çelîk bal kişand ser pêvajoya ku sal û nîveke hatiye destpêkirin û got “Ji bo ku birêz Ocalan bikaribe rol û misyona xwe bilîze divê dewlet qanûnên ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne. Lê tişta ku em lê dinerin hê jî gaveke wisa şênber heta îro nehatiye avêtin. Heta niha ne ‘mafê hêviyê’ hatiye axaftin, ne jî tişta ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî got pêk hat. Her wiha girtiyên nexweş ên ku zêdetirî 30 salan e li zindanan dîl in, ji bo tehliyeya wan divê qanûnên nû bên çêkirin. Di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, divê navên Kurdî yên herêmê dîsa careke din bên nivîsandin. Divê perwerdehiya bi zimanê dayîkê li dibistanan bê dayîn. Divê dewlet bi vî awayî mantalîteya xwe biguherîne. Divê nêrîna xwe ya li dijî Kurdan bi awayekî li gorî mafê mirovan biguherîne. Bi destpêka vê pêvajoyê re firsendeke pir mezin li pêşiya rayedarên dewletê ye. Ev pirsgirêka Kurd bi salan e tevî ew qas serhildanan jî nehatiye çareserkirin. Lê divê bi vê serhildanê re bi dawî bibe. Nirxandina ‘mafê hêviyê’ divê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan gaveke dîrokî ye. Hewceye ku êdî van gavan bêne avêtin.”












