• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kadikoy de tewr tay 5 kesî ameyê destbendkerdene

    5 binçavkiriyên Kadikoyê hatin berdan: Îşkence li zarokan hatiye kirin

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kadikoy de tewr tay 5 kesî ameyê destbendkerdene

    5 binçavkiriyên Kadikoyê hatin berdan: Îşkence li zarokan hatiye kirin

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 11ê ADARA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

11 ADAR 2026 - 08:24
Kategorî: ROJANE
A A

* Salvegera 38emîn a Komkujiya Helebceyê ye. Du rojnamegerên ku şahidiya komkujiyê kirin, wiha gotin: “”Helepce ne tenê birîneke kûr a dîroka Kurdan e, di heman demê de şahidiya herî mezin a bêdengiya mirovahiyê ye.”

* Endamê ÎHDa Sêrtê parêzer Orhan Çelîk anî ziman ku divê dewleta Tirk biryara ku ji aliyê DMMEyê ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû bi cih bîne û got: “Di peymana DMMEyê de xala sêyemîn heye, ew jî ev e; ‘divê tu mirov bi îşkenceyê re rû bi rû neyê hiştin’.”

* Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen ku şahidiya komkujiya 12ê Adarê ya Qamişloyê kiriye anî ziman ku bi komkujiyê xwestin di navbera Kurd û Ereban de şerekî derxînin û got: “Piştî şoreşa Rojava bi avakirina pergala Netewa Demokratîk re armanca komkujiyê jî vala derket.”

* Duh, dema ku tariyê bajarê Stockholmê girtibû bin baskên xwe yên sar, dilê hosteyê helbesta Kurmancî Ehmed Huseynî sekinî. Ehmed Huseynî yê ku bi dehan salan bi peyvên Kurdî bûbû deng û rengê welatê xwe, di 71 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt. Bi koça wî re, pênûsek şikest lê mîrateyeke qewî ku dê ti carî winda nebe ma. Ji bo ew mîrateyeke wisa li pey xwe bihêle xwe spart riste û peyvan, lewma mirinê ew nedît. Dema mirinê ew dît jî, jixwe di nav her riste û her peyvê de şitil dabû.

* Kovara bi navê Bajar îro dest bi weşanê dike edîtorê kovarê Dogan Guzel da zanîn ku ev kovar ziman û xêzê di cihekî de dike yek û wiha got: “Daxwaza me ew e ku xwendina Kurdî û ev hunera xêzê di nav Kurdan de winda nebe.”

* Endamên Koma Xwendekaran ya YYY-KURDÎyê bal kişandin ser 10 Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî û gotin: “Hebûna me bi çanda me ve girêdayî ye. Em bi çanda xwe serbilind in, ji ber vê yekê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye.”

* Di erdnîgariya Mezopotamya û Zagrosê de, zînet ji bo Kurdan ne tenê amûra xemilandinê ye, di heman demê de nîşaneya girêdayîbûna eşîrî, statuya civakî û wekî rêyeke parastinê ye.

* Komeleya Wêjekarên Kurd dê li ser wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)

* Wê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir Newroz bê pîrozkirin. (12:00)

* Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmîrê, dê li Kadîfekaleyê bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu starta pîrozbahiyên Newrozê bide. (14:00)

* Di pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê de dê ji bo endamê PKKê Celal Amed li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê mewlud bê dayîn. (16:00)

* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi dirûşma “Em ji bo aştî demokrasî û tenduristiya civakê gotina xwe dibêjin” ji Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî heta Qada Şêx Seîd bimeşin û daxuyaniyê bide. (16:30)

* Komîteya Amadekar a Newroza Wanê dê li Malên Dîrokî yên Wanê deklarasyona Newrozê bê eşkerekirin. (19:30)

* Di pêşengtiya jinan de bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ gur bikin” dê li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûra Amedê agirê Newrozê bê vêxistin. (19:30)

* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeya Sancaktepeyê dê li Qada Azadiyê pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. (20:00)

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 2yê GULANA 2026an

2 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 1ê GULANA 2026an

1 GULAN 2026
ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

30 NÎSAN 2026
ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

29 NÎSAN 2026
ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

28 NÎSAN 2026
ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

ROJEVA 27ê NÎSANA 2026an

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê 1ê Gulanê: Têkoşîn jî heye êriş jî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (31)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne