awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çemê  Sarûmê ziwa dibe

Omer Demîr / AW

26 TEBAX 2025 - 08:21
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Li herêmê piştî kanên madenê hatin vekirin, Çemê Sarûmê ziwa dibe. Ji ber çem zuwa dibe bi hezaran masî dimirin. Şeniyên herêmê diyar dikin ku şîrketa madenê ya Dîmîn ava çem dikşînê kanên sondajê û çem ziwa dike.

Xwezaya Kurdistanê bi salan e bi destê şîrketên taybet û bi şewata daristanan tê talankirin. Şîrketên bazirganiyê bi salan e bi kanên madenê xwezayê talan dikin. Li aliyekî zozan û geliyên Kurdistanê li welatiyan tê qedexekirin, li aliyê din herêm ji talankirina şîrketên bazirganiyê re serbest e. Daristan, rûbar, çem, zozan û bi tevahî xweza bi destê van şîrketan li pêş çavan tê tunekirin.

Yek ji wan herêmên ku ji kanên madenê re hatiye vekirin û talankirin Çemê Sarûmê ye. Çemê Sarûmê di navbera Pasûr û Licê de bi salan e diherike. Di Kurdistanê de yek jî xwezaya dewlemend û zindî herêma Çemê Sarûmê ye. Ev herêm ji aliyê ajal, dar, daristan, fêkî û nebatên din ve pir dewlemend e. Masiyên cur bi cur, çûkên xweşik li herêmê dijîn. Gundî tevahî xwarin, fêkî û teamên xwe ji xwezayê kom dikin. Lê piştî sondaj û avakirina kanên madenê xwezayaya herêmê talan dibe. Ajal êdî nikarin li herêmê bijîn. Şêniyên herêmê nikarin di nava bexçeyên xwe de karên çandiniyê bikin.

Piştî sondajê av ziwa bû

Li herêmê dema dest bi legêrina madanê û sondojan kirin, ava çem ziwa bû. Şîrketa Dîmîn a madenê hemû ava çem dikişîne û çem ziwa dibe. Ji ber çem ziwa dibe, hemû dar, daristan û bexçeyên şêniyên herêmê hişk dibin. Ji ber ava Çemê Sarûmê ziwa dibe, bi hezaran masî bêav man û mirin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku av ji aliyê şîrketên madenê ve tê xerckirin û gelek rojan ava wan tuneye.  Şênî destnîşan dikin ku piştî kanên madenê hatin vekirin, êdî ava çem ziwa dibe û nikarin wekî berê çandiniyê bikin.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

25 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

25 GULAN 2026
Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

25 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne