Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, bertek nîşanî qedexekirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya di Komîsyonê de da û got: “Bêdengkirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê.”
Komîsyona, Demokrasî, Xwişk û Biratî ya Piştgiriya Mîllî, di 20ê tebaxê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û saziyên mafên mirovan guhdar kir. Dayikên Aştiyê xwestin di komîsyonê de bi Kurdî xwe îfade bikin. Lê komîsyona Meclisê di rûniştina 5emîn de axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê asteng kir. Nehişt ku dayik bi zimanê xwe biaxivin.
Derbarê mijarê de Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Em nêzîkatiyeke wisa ya cûdakar qebûl nakin’
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli diyar kir ku di 20ê Tebaxa 2025an de, di civîna Komîsyona ‘Demokrasî, Xwişk-Biratî Piştevaniya Millî’ ya li TBMMê de, Dayikên Aştiyê Nezahat Teke û Rebia Kiran a bi Kurdî, ku zimanê wan ê zikmakî ye, xwestin bi zimanê xwe bi axivin û got: “Lê Serokê Komîsyonê axaftina wan birî. Ji wan xwest ku bi Tirkî biaxivin. Em di vê pêvajoya krîtîk de ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku hêviya aştiyê ji nû ve bê avakirin, nêzîkatiyeke wisa ya cûdakar qebûl nakin.”
‘Aştiyeke birûmet şert e’
Cemîle Turhalli eşkere kir ku piştevaniya biratiyê, bi rêzgirtina li zimanê zikmakî yê civakekê dest pê dike û wiha domand: “Bêdengkirina zimanê dayikekê, nenaskirin û biçûkxistina rûmet, dîrok û daxwaza aştiyê ya gelekî ye. Aştî, bi guhdarkirin û fêmkirina daxwazên dayikan pêkan dibe. Ji ber ku dayikan bi hezaran salan xwedî li zimanê xwe derketine û weke mîrate ji zarokên xwe re hiştine. Weke ku Dayika Nezahat dibêje, ‘Bi veşartina çekan, ne ya zarokan’ aştiyeke birûmet dikare bê avakirin.”
‘Xwedîderketina li ziman, deynê her kesî ye’
Cemîle Turhalli axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cûdakariya di navbera zimanan de, zirarê dide yekîtî û demokrasiya civakê. Aştî, li ser erdeke wisa şîn dibe ku tê de ziman digihîjin gelên xwe û her kes bi awayekî azad xwe îfade dike. Em ji Komîsyonê dixwazin ku li gorî prensîbên ‘piştevanî’ û ‘biratî’ yên ku di navê wê de hene, tevbigere û vê nêzîkatiya xwe ya qedexeker a li hemberî zimanên zikmakî ji nû ve bide ber çavan. Aştiyeke rasteqîn, tenê li ser zemîneke wisa dikare bê avakirin ku li wir xwedîderketina li ziman, deynê her kesî ye.”