Cenazeyê Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî bi karwaneke girseyî li goristanan bajarê Amûdê hate definkirin. Di axaftinan de hate gotin ku Ehmed Huseynî dengeke ji dengê dilê Kurdan bû.
Piştî ku cenazeyê Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku 10ê Adarê de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Stockholmê yê Swêda wefat kir, gihîşt Qamişloyê, rêhevalên wî cenazeyê wî li ber Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) yê bajarê Qamişloyê pêşwazî kir.
Cenzeyê Ehmed Huseynî li ber dengê wî yê xwendina helbestê, ji hêla hevalên wî yê helbestvan, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, nûnerên ji PYD, MSD, KNK, hunermend û wêjevan ve derbasî navendê hate kirin, piştî ji navendê hate derxistin karwanê cenazeyê berê xwe da bajarê Amûdê.
Karwanê cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê ji aliyê gel, malbat û hevalên wî ve, bi lêdana sirûda “Ey Reqîb” ji aliyê Koma Serdem a Muzîkê ve hate pêşwazîkirin. Paşê cenazeyê wî ber bi mizgefta Selahedîn El Eyûbî ve birin û li ser nimêj kirin.
Piştre cenazeyê Ehmed Huseynî li goristanan bajarê Amûdê ya Kevin hate veşartin.
Desteya Çandê ya Cizîrê û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK) ji bo sersaxiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Horî ya bajarê Amûdê merasîma sersaxiyê orgenîze kir.
Malbat û hevalên Ehmed Huseynî tev li merasîmê bûn, piştî deqeya rêzgirtinê, di merasîmê de li ser navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û diyar kir ku hatina ew qas kesan ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî diyar dike ku ew xwedî li derdikevin. Weke ku Ehmed Huseynî dikir ji wan tê xwestin ku ew jî xwedî li rewşenbîr û zaneyên li welatê xwe derkevin.
‘Ew dengeke ji dengê dilê Kurdan bû’
Li ser navê DHNRK.RKê, Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê Enahîta Sîno jî axivî û da zanîn ku axa wan ew qas pîroz e ku bibe warê şehîdan. Ehmed Huseynî dengeke ji dengê dilê Kurdan bû û got: “Xatirê xwe ji me xwest, ew welatek ji hezkirinê bû, ti carî hezkirin bi gotinan nayê pesendan. Wî ziman û wêjeya Kurdî parast. Li rewşenbîr û ciwanên Kurd xwedî derket, roleke pir girîng di yekitiya rewşenbîran de lîst, herî dawî jî ji damezrînerên DHNRK.RK bû.”
‘Di jiyana xwe de gelek êş dîtin’
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî axivî û destnîşan kir ku Ehmed Huseynî xwedî kedeke mezin bû, divê di kîjan qadê de dibe bila bibe ew xewn û xeyalên wî pêk bînin. Rewşenbîr, helbestvan û kesayeteke welatparêz bû. Wî di jiyana xwe de gelek êş dîtin û xemxurê miletê xwe bû. Xewna wî yekrêziya neteweyî ya Kurdî bû, divê ew weke rewşenbîr xewna wî pêk bînin.
‘Yek ji pêşangên helbestê ye’
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî diyar kir ku Ehmed Huseynî li Rojava yek ji pêşangên helbestê ye, peyama ku dida ew bû ku dê şarasitaniya helbestê vegerîne, wî meşa helbest û zanistê dest pê kir, got ku `Em dikarin di helbestê de dîroka xwe kom bikin`. Wê hevalên wî jî ala wî bilind bikin. Mihemed Elî got: “Ji me re mîraseke ku em zêdetir ji hev hez bikin hişt.”
‘Em ê rêya wî bişopînin’
Li ser navê malbata Ehmed Huseynî û HRRK`ê Mûnîr Şêxî axivî û da zanîn ku Ehmed Huseynî hemwelatiyeke dilsoz bû, di dema komkujiya Qamişloyê ya sala 2004`an de tevgera rewşenbîrên Kurd geş kir, li derveyî welat HRRK`ê ava kir, bi damezrandina Rêveberiya Xweser re hate herêma ku bi saya şehîdan rizgar bûye navenda HRRK`ê li Qamişloyê vekir û wiha got: “Em ê rêya wî bişopînin, HRRK`ê û DHNRK.RKˊê mezin bikin.”
Mûnîr Şêxî destnîşan kir ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê, DEM Partî li Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Amedê heta dawiyê ji bo gihandina cenazeyê Ehmed Huseynî heta Rojava di nava liv û tevgerê de bûn. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî di dema nexweşiya Ehmed Huseynî û dema wefat kir jî name ji bo HRRK`ê û malbat wî şandin.
Dê merasîmê sersaxiyê dê sibe jî bidome.













