Rojhat Babat ê ku duh li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Malbata Babat diyar kir ku beriya hefteyekê di pergala E-Nabizê de qeyda “mudaxileya lezgîn” dîtine, lê rêveberiya girtîgehê derbarê pêvajoyê de tu agahî nedaye wan. Cenazeyê Babat serê sibê li goristana Taxa Suphanê hat veşartin.
Rojhat Babat ê ku di Girtîgeha Tîpa S a Kırşehirê de dihate girtin, li nexweşxaneya ku lê hatibû sewqkirin jiyana xwe ji dest da. Babat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û cezayê “heta hetayê” lê hatibû birîn. Malbata Babat, ji ber ku di roja lêgerînê de Rojhat li wan negeriya ye, li girtîgehê geriyan û agahî xwest. Rayedarên girtîgehê ragihandin ku Babat jiyana xwe ji dest daye, lê derbarê sedema mirina wî de tu agahî parve nekirin. Malbatê li ser vê rewşê agahî da Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan.
Angaşta ‘xwekûştinê’
Newroz Uysal Aslan li girtîgehê geriya û agahî xwest. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Babat bi hinceta “pirsgirêkên psîkyatrîk” sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê hatiye kirin û li beşa psîkyatriyê “întihar” kiriye. Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Hefteya borî malbatê di E-Nabizê de qeyda ‘qetandina damarê, lezgîn’ dîtibû. Li ser vê yekê li girtîgehê geriyan lê tu agahî nedan wan. Ji ber ku ev rewş hat veşartin, malbatê nekarî destwerdanê bike û piştgiriyê bide Rojhat Babat. Di bin çavdêriya dewletê de, veşartina pêvajoyeke wiha krîtîk ji malbatê, bi serê xwe xemsariyek mezin e. Mirina mirovekî di bin çavdêriya dewletê de nikare veşarî bêh iştin, divê hemû berpirsên vê zincîra xemsariyan derkevin holê.”
Cenazeyê Babat ê ku derengî şevê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin, anîn Wanê. Cenaze li goristana malbatê ya li Taxa Suphanê piştî bicihanîna wecîbeyên olî hat veşartin. Tevî malbata Babat, rêveber û endamên TUHAY-DERa Wanê jî beşdarî merasîmê bûn.








