Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî li bajarê Qamişlo ji aliyê deh hezaran ve li ber strana Mihemed Şêxo û bi tîlîliyan hate pêşwaazikirin.
Karwanê cenazeyê têkoşer û xebatkarê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî li ber benda ketina bajarê Qamişlo ji aliyê deh hezaran kes ve hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê Nûreddîn Sofî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û li ber strana hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ya bi navê “Ay Gewrê” li ser milan hate rakirin.
Dayikan belavkirina şekir, birinc, gulan û lîlandinê cenazeyê Sofî pêşwazî kirin. Her wiha Koma Protokolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî awaza sirûda “Ey Reqîb” jenandin.
Karwanê cenazeyê ku ji sedan seyareyan pêk dihat, derbasî nava kolanên sereke yên bajarê Qamişlo bû û berê xwe da mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî.
Cenaze birin ji bo merasîmê oxirkirinê birin Stada Şehîdên 12ê Adarê. Piştî merasîmê dê cenaze li Goristana Delîl Sarûxan bê veşartin.