Cenazeyê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Zeyad Heleb (Ziyad Qedûr) û ceanazeyên şervanên HSDê Malîk Mihemed û Birûsk Mexaric li Kobanê bi tevlibûna deh hezaran kesan hatin veşartin.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Zeyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi tevlibûna deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spartin axê. Li gel cenazeyê Zeyad Heleb, cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Malik (Malik Mihemed) ku 10ê Çileyê li Tebqayê û Birûsk Mexaric Behcet Îyî ku 12ê Çileyê li Kobanê jiyana xwe ji dest dan jî hatin veşartin. Cenaze li Şehîdgeha Kobanê hatin veşartin. Di merasîmê de bi deh hezaran welatiyan dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kir û wêneyên Zeyad Heleb, Malîk Mihemed û Birûsk Mexaric hildan.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto, Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hisên Osman, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Arîn Kobanê û hevrêyê Ziyad Heleb Harûn Kobanê axivîn.
Axevêran di axaftinan de bal kişand ser berxwedana cangoriyan û soza bilindkirina têkoşînê dan.


















