CENTCOMê ragihand ku di çarçoveya êrişên li dijî Îranê de zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan.
Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) ragihand ku artêşa DYAyê di çarçoveya êrişên ku roja şemiyê dest pê kirine de li Îranê zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku hedefên ku hatine xistin cihên avêtina mûşekan, keştiyên deryayî, binavî û navendên kontrolê ne. CENTCOM daxuyand ku ji bo êrişan gelek balafirên şer, pergalên mûşekan û keştî hatine bikaranîn.
Fermandariyê anî ziman ku di operasyonan de wan girîngî dane “cihên lezgîn ên gefê”.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di van kêliyan de êrişî tesîseke Îranê ku armanc dike kapasîteyên pêşxistina çekên nukleerî ava bike, kiriye.













