CENTCOMê ragihand ku ji 28ê Sibatê û vir ve di şer de zêdetirî 300 leşker birîndar bûne û 13 leşker jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) daneyên nûjen ên der barê şerê Îranê yê ku 28ê Sibatê dest pê kir de, parve kirin. Di daxuyaniya îro de hat diyarkirin ku ji destpêka şer ve zêdetirî 300 leşkerên DY’yê birîndar bûne. Berdevkê CENTCOMê Tim Hawkins got, “Ji destpêka Operasyona Epic Fury ve nêzîkî 303 leşkerên DYAyê birîndar bûne. Piraniya van birîndaran sivik in û 273 leşker vegeriyane ser erkê xwe.”
Rayedarekî DYAyê ku bêyî ku navê xwe bide ji AFPê re axivî û diyar kir ku rewşa 10 leşkeran giran e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 leşkeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Hat bibîrxistin ku 7 leşker li herêma Kendavê û 6 jî li Iraqê hatine kuştin.











