• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê “Mitînga Azadiyê” dest pê kir

    Li Wanê “Mitînga Azadiyê” dest pê kir

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê “Mitînga Azadiyê” dest pê kir

    Li Wanê “Mitînga Azadiyê” dest pê kir

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm kirin

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MEBYA-DERa Êlihê bi boneya hefteya lehengiyê serdana goran kir

Êlih /AW

27 ADAR 2026 - 17:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya MEBYA-DERa Êlihê de bi boneya salvegera hefteya lehengiyê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe dest dane hate kirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê bi boneya salvegera hefteya lehengiyê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane kirin. Di serdana goristanan de endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, TUAY-DER, Komeleya Alimên Olî ya Êlihê, Komeleya Dayîkên Aştiyê, TJA û gelek kes amade bûn. Girseya ku ber bi goristanê ve meşiya, dirûşma “Şehîd Namirin” berz kirin. Pişt re ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û pîştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd Namirin” hate berzkirin.

‘Hevalê Egîd li çiyayên Kurdistanê bû bersiv’

Hevserokê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr li ser goristanê li ser navê saziyê axivî û got: “Hevalê Mazlûm di 21ê Adarê de li Zindana Amedê bi 3 darikên şiqatê agirê Newrozê vêxist û peyam da gelê Kurd. Ji Kawayê Hesinkar heta bigihe Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiye û hemû hevalên me yên cangorî yên din heta Kurdistaneke azad neyê avakirin, dê ev agir bidome. Hevalê Mazlûm Dogan pêşengtiya rizgariya gelê Kurd û pêşengekî Tevgera Azadiya Kurd bû. Hevalekî gelek qedir bilind û cihê wî gelek bilind bû. Ji ber vê yekê wî peyameke wisa da çiyayên Kurdistanê jî. Hevalê Egîd li Çiyayên Kurdistanê bû bersiv û got; ‘Ev gel dê tu carî ji paragdîgmaya Rêber Apo bi paş ve gavê neavêje.’ Ew ê ev têkoşîn heta ku bigihe armancê dê berdewam bike. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin û hemû lehengên Kurdistanê di dilê me de rêber in. Şehîd namirin.”

‘Em bi saya şehîdan gihiştine îro’

Piştre Hevseroka MEBYA-DERê ya Êlihê Nezahat Toprak jî axivî û got: “Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Dema ku em tên li vir em di hizûra şehîdan de gelek hestiyar dibin. Merheleya ku îro em gihiştinê bi xwîna şehîdên me ne. Îro ev zimanê ku em diaxivin, ew jî bi saya serê şehîdên me ne. Wekî ku tê zanîn rêzdar Ocalan pêvajoyekê daye destpêkirin. Piştî ku ev pêvajo hate despêkirin di Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê de statuya gelê Kurd tê nîqaşkirin. Şehîd namirin.”

‘Şehîdên welatê xwe ne’

Herî dawî Hevseroka Komeleya Alimên Olî ya Êlihê Sabahat Acar jî wiha got: “Şehîd namirin, em wan mirî nahesibînin. Ew mêvanê rebê xwe ne û li cem rebê xwe pir bi qîmet in. Ew jî îkrameke ku xwedê teala ye ku daye wan û ji wan hez dike. Şehîdên me yên welatê xwe û yên dînê xwe ne.”

Bername bi gotina kilamên li ser cangoriyan bi dawî bû.

Etîket: hefteya lehengiyêHevserokên MEBYA-DERêMEBYA-DERa Êlihêsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

23 HEZÎRAN 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026
‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

17 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

17 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

17 HEZÎRAN 2026
Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

17 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (750)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne