“Kelîyên Veşartî” ceribandineke taybet a enstrumental e ku ev demek bû Bilûr Quarted û Kemal Yildirim li ser dixebitîn. “Kêlîyên Veşartî” niha bi etîketa KOM Muzîkê derketiye û li benda guhdarên xwe ye.
Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek enstrûmanên bi awazên taybet bi demê re ji bo muzîka polîfonîk hatine guncandin û her wiha, şêwazên ku hatine afirandin jî bi mînakên xwe yên curbicur hatine pêşkêşkirin. Lê belê, ji bo bilûrê heta niha mînakeke wisa nehatiye afirandin. Projeya “Bilûr Quartedê” cara yekem nîşan dide ku ev amûr jî dikare di muzîka polîfonîk de cihê xwe bigire ku heta niha ceribandineke wê ya hevta nîn e. Beste û aranjeya “Kelîyên Veşartî” ji hêla Kemal Yildirim ve hatine çêkirin.
Ev proje ji aliyê Yilmaz Gûr, Sabir Erdînç, Sezer Yakin, Ezmîr Memo Berge û Kemal Yildirim ve hatiye amadekirin û ev hundermendên amadekar ev demeke dirêj e hem bi awayekî akademîk li ser bilûrê dixebitin û hem jî li ser kevneşopiya bilûrê xebatan dikin. Armanca vê projeyê ew e ku teknîkên pêkanîna muzîka kurdî bi pêş bixe û nîşan bide ka bilûr di muzîka kurdî de çend girîng e. Amadekarên vê projeyê jî mizgîniya wê yekê didin ku dê di demeke nêzîk de berhemên nû bi temaşevanan û guhdaran re pareve bikin. “Kelîyên Veşartî” ku ji aliyê Bilûr Quarted û Kemal Yildirim ve hatiye amadekirin, bi etîketa KOM Muzîkê li ser hemû platformên dijîtal di weşanê de ye!
Lînka Youtube ya berhemê wiha ye: