• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Awazê Çiya strana nû: Rojava rûmeta me ye

Navenda Nûçeyan / AW

23 ÇILE 2026 - 23:16
Kategorî: ÇAND, ROJANE
A A
Koma Awazê Çiya ji bo piştgiriya berxwedana Rojava straneke nû çêkir. Awazê Çiya bi strana “Rojava Rûmeta me ye” berxwedana gel silav kir.

Awazê Çiya ku bi berhemên xwe berxwedana gelê Kurd ji cîhanê re radigihînin bi strana “Rojava Rûmeta me ye”berxwedana gel a li Rojava silav kir. Komê strana ku çêkirine, diyarî hemû şehîdan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Awazê Çiya de hat destnîşankirin ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ên Mezopotamyayê ne û wiha hat gotin: “Me li ser van axên pîroz bi awakî komînal, kolektîf û bi pir rengiyê jiyanek saz kiriye. Lê pergala faşîst a ku tene berjewendiyê xwe difikire, bi êrîşên xwe yên dawiyê yên li ser gele Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê van pîroziyan yek bi yek bin pê dike û tune dike. Dixwaze civaka mirovahiyê li ser rûyê erde xelas bike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Aştî û Civaka Demokratîk avêtine hat kirin û wiha hat gotin: “Rêber Apo ji bo civaka aştî û demokrasiyê pêngavên dîrokî avêt, lê hişmendîya faşîzma heyî û hêzên hegemon bi çeteyên xwe yên dest bi xwîn li Rojhilata Navîn û li ser gele Kurd dest bi êrîşa têkbirina vê pêvajoyê kirin. Civaka Kurd li hember van êrîşan bi hêza civakê, bi hêza şervanên azadiyê, berxwedan û têkoşînê bi rihek azadîxwaz di yek bedenê de anî ba hev. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gele Kurd û gelen Kurdistanî li ser piyan e, yêkitiya civakbûnê bi rihek fedayane li darxistine.”

Awazê Çiya bi bîr xist ku hunermendên di bin sîwana TEV-ÇANDê de rûmeta gelê Rojava diparêzin û wiha got: “Hunermendên azadîxwaz û demokratik pêşengên vê deme ne. Çawa ku gelê me sînor qetandin, deriyên heyî ruxandin, xwe gihandin berxwedana rûmetê, çawa ku hunermendên TEVÇANDê li Rojava bi hemû hêza xwe niha di nava berxwedaniyê de ne hem bi deng, hem bi saz, hem bi çeka xwe rûmeta gele xwe diparêzin, hemû hunermendên Kurd jî bi berhem, xebat, têkoşîn û serhilderiya xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Em weke Awazê Çiya bi deng û muzîka xwe bi çek û bi rihê xwe, bi bedena xwe, bi kar û xebata xwe, bi gele xwe re ne, heyanî em serkeftinê û azadîyê misoger nekin em ê tekoşîn û berxwedan xwe bi hemû rengan bimeşînin. Em li ser vê xakê her hebû û em ê her hebin. Bi rihê pêşengtî, têkoşîn û berxwedaniya Rêber Apo em ê civaka mirovahiyê bi pêşengtiya jin, ciwan, û hunermendên azadîxwaz bibin serkeftinê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê hesaba êrişên li dijî gel werin bipirsîn û wiha hat gotin: “Dagirkerî û çeteyên ku di ser gele me de tên, goristanên me hildiweşînin keziyên me jê dikin me di qata sêyan de diavêjin, cenaze me dişewitînin, wê têk biçin! Tola vê misqal bi misqal wê were hildan. Serkeftin ya gelan e.

Dile me yek e, cenga me yek e, li hember neyaran hêza me yek e, îro li Kurdistanê dema cenga rûmete ye.Wê berxwedaniya gelê Kurd bi ser bikeve. Bijî berxwedana gele Kurd. Bijî berxwedana Rojava, Bimre dagirkerî.”

Awazê Çiya di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew stranêaxwe diyarî kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, gelê Kurd û hemû kes û gelên ku di cenga rûmetê de cîh digrin dikin.

Etîket: Awazê ÇayaRojavarûmetstran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Festîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayê: Çareserî aştiyeke birûmet e

Festîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayê: Çareserî aştiyeke birûmet e

6 HEZÎRAN 2026
Li Gimgimê nobeta JESê di roja 30emîn de ye

Li Gimgimê nobeta JESê di roja 30emîn de ye

2 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em dest bidin hev û aştiyê ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (523)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne