Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi doçkayan êrişî malên welatiyên gundê Um El Mîra yê başûrê Dêr Hafirê dikin.
Çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku bênavber Dêr Hafir û gundewarê wê yê kantona Tebqayê tên hedefgirtin.
Li gorî anûçeya ANHAyê, çeteyên hikûmeta demkî bi doçkayan êrişî malên welatiyên gundê Um El Mîra yê başûrê Dêr Hafirê dikin.
Ev êrişî hemwextî topbaranên bênavber ên li dijî Dêr Hafirê pêk tên. Lê têkildarî windahiyan û zirarên madî tu agahî nehatine bidestxistin.













