Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li seranserî herêmên dagirkirî sucên li dijî nirxên mirovahiyê wekî destdirêjî, talanî, îşkence, revandin û diziyê didomînin. Li gundekî Helebê çeteyan astengdarek revand.
Duh êvarê li gundekî Helebê şêniyê bi navê Mehmûd Feysel ku astengdar e ji aliyê çeteyên Ceyş El Watanî yên girêdayî Tirkiyeyê ve hat revandin. Di dîmenê de jî xuya dibe ku çeteyan bi awayekî hovane îşkence li Mehmûdê astengdar kirine. Çeteyan li seranserî herêmên dagirkirî sûcên li dijî nirxên mirovahiyê didomînin. Destdirêjî, talanî, îşkence, revandin û dizî hemwextî bêdengiya raya giştî bûne rûtîn û jiyana welatiyan dike dojeh. Welatiyan bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kirin ku li dijî van êrişên li dijî nirxên mirovahiyê bertek nîşan bidin û ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê têkoşîna hesabpirsînê li her qadê bilind bikin.