Çeteyên girêdatî dewleta tirk li gundewarê Dêr Hafir kesek kuşt û li Minbicê kesek kesek birîndar kir.
Çeteyên girêdayî dewleta tirk gule li serê şêniyê bi navê Ebdullah El Mûsa El Hesen, dema ku bi erebeyê sotemenî ji gundê Cib Ebyed ê rojhilatê Dêr Hafirê ber bi bajarê Minbicê yê dagirkirî ve vediguhast, xist û di cih de kuşt.
Şênî El Mûsa ji gundê Ceidê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji gelek salan ve li Minbicê dimîne.
Girêdayî wê, duh çeteyan welatiyek li bajarokê Meqta Hecer Kebîr ê başûrê rojhilatê Minbicê birîndar kir. Welatî ji bo tedawiyê ji bo bajarê Minbicê hat veguhastin.
Li gundewarê Minbic û Dêr Hafirê bêaramî û tevlihevî heye. Di heman demê de sûcên li dijî şêniyan wekî qetilkirin, hedefgirtina yekser, heqaret û desteserkirina mal û milkan didome.













