Komên çete yên girêdayî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî nexweşxaneya li taxa Eşrefiyê kir.
Di rojên dawîn de êrişên komên çete Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin û di nava artêşa hikumeta demkî ya Sûriyeyê de cih digirin êrişî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd yên Helebê dikin.
Ji duh ve êriş bi çekên giran û dronan berdewam dikin. Li gorî nûçeya ANHAyê komên êrişkar vê sibehê êrişî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê kirin û nexweşxane ji xizmetê re hatiye girtin.
Her wiha komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin. Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî berdewam dike.













