Êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê yên li ser taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê zêde dibin. Di encama êrişan de gelek sivîlan zirar dît û xesarên madî pêk hat.
Piştî ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê li dijî Kurdan û HSDê şer îlan kir, êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêde zêde bûn. Çeteyên Şamê yên li van taxan bêserûber êrişan pêk dikin, bû sedema birîndarbûnan gelek welatiyên sivîl. Hate ragihandin ku kesên di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane jî hene. Her wiha di encama êrişên bêserûber ên bi tanq û topan de malên gelek welatiyan û binesaziya taxê jî xesar dîtiye.
HSD hêzê dişîne Dêr Hafirê
Ji ber zêdebûn êrişên çeteyan û zêdebûna mirina sivîlan, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çeperên li eniya Dêr Hefir ketin nav amadekariyan. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî radigihînin hêzên nû ber bi eniya Dêr Hefir ve hatin şandin.













