Wêne: Arşîv
HSDê diyar kir ku di van kêliyan de çeteyên HTŞê û SMOyê bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe diyar kir ku di van kêliyan de li dijî bajarê Dêr Hafirê êriş pêk tên.
Hat ragihandin ku çeteyên HTŞê û SMOyê bi çekên giran bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin.
Lê tu agahiyên derbarê xesar û ziyan can û mal de hîna bi dest neketine.











