Amed – Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ku tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bûbû diyar kir ku tişta Kurd di konferansê de kirin yek dîplomasiya wan a ji bo mîsogerkirina parastina gelê Kurd bû û destnîşan kir ku divê Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62yemîn li bajarê Munîhê yê Almanyayayê di navbera 13 û 15ê Sibatê de pêk hat. Konferans bi beşdariya nêzîkî 120 welatan û 450 nûnerên wan ên payebilind pêk hat. Di konferansê de rojeva ewlehiyê ya gerdûnî hate nîqaşkirin û li ser dînamîkên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê nîqaşên berfireh hatin kirin. Yek ji pêşketinên herî girîng jî ya li Konferansê beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bû.
Beşdariya wan ji bo Kurdên Rojavayê di temsîliyeta rasterast de li ser qada dîplomatîk a navneteweyî de cara yekem bû. Di seranserê konferansê de, Ebdî û Îlham Ehmed rêzehevdîtin bi berpirsên payebilind ên dewlet û hikûmetan re kirin. Her wiha ji Başûrê Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji Bakurê Kurdistanê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cuppolo tev li konferansê bûn.

Ceyla Akşa têkildarî naveroka konferansê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Ji Başûr, Bakur û Rojava nûnerên Kurdan hebûn’
Ceylan Akça da zanîn ku di konferansê de ji Başûr, Bakur û Rojava nûnerên Kurdan hebûn û wiha got: “Her perçeyek di nav avahiyên navneteweyî de roleke xwe ya bêhempa heye. Ji ber vê yekê civînên me ji hev cuda bûn û rojevên xwe yên girîng hebûn. Lêbelê, divê ez destnîşan bikim ku tişta em kirin yek dîplomasiya me ya ji bo misogerkirina parastina Kurdan bû. Konferansê Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya 1922an anî bîra min. Kurd û Ereb ji gotûbêja ku bû sedema damezrandina dewletên nû piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatin dûrxistin. Nûnertiya me eşkere kir ku em ê di nav potek nedemokratîk de neyên helandin. Sîstema navneteweyî xwe ji nû ve saz dike. Ji ber vê yekê hebûna me girîng bû da ku em bikaribin daxwazên gelê xwe bi zelalî û bi dengekî bilind bînin ziman.”
‘Kurd dê serî netewînin’
Ceylan Akça gazîkirina Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed a ji bo konferansê bi bîr xist û wiha got: “Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed wekî şandeyek cuda hatin vexwendin. Heta di serlêdana konferansê de jî, rolên wan ên di Rêveberiya Xweser de hatibûn naskirin. Ev girîng e. Welatên rojavayî li Sûriyeya piştî Esed gelek razemeniyê kirine û ew dixwazin razemeniya xwe biparêzin. Nirxên exlaqî rêça siyaseta navneteweyî ya dewletan diyar nakin. Pêkhateya navneteweyî fêm dike ku Kurd dê serî netewînin û heke şer li ser wan were ferzkirin ew amade ne ku şer jî bikin. Û bi şensî carinan şer ji bo razemeniyê xirab e. Ev xalek girîng e ku meriv li ber çavan bigire. Ji ber vê yekê divê em dîplomasiya bi hemû gelên cîhanê re bidomînin. Lê dîplomasiya gel bi dewlet hewce dike ku em xwe di konferansên wiha de bi stratejîkî bi cih bikin.” Ceylan Akça da zanîn ku ji Tirkiyeyê jî wezîr û dîplomat tev li civînê bûbûn.
‘Ebdî û Ehmed daxwazên Kurdan ji bo nenavendîbûnê anîn ziman’
Ceylan Akça bi lêv kir ku bi şandeya Rojava re hevdîtin kiriye û wiha pê de çû: “Min bi şandeya Rojava re hevdîtin kir, ez bi vê yekê şanaz bûm. Ew enerjîk û dilsoz bûn. Telefonên wan bi dehan peyamên ji senatoran bigire heya wezîran tijî dibûn. Ew ji hevdîtinên xwe yên berhemdar pir kêfxweş bûn. Wan hevdîtinên dualî û her wiha bi şandeya Sûriyeyê re jî hevdîtin kirin. Ebdî û Ehmed bi berdewamî daxwazên Kurdan ji bo nenavendîbûnê anîn ziman. Dewleta Sûriyeyê hewl dide ku xwe ji lîsteya ‘dewleta sponsorê terorîzmê’ ya Dewletên Yekbûyî derxîne. Hebûna di wê lîsteyê de rê li ber avakirina pergala bankayê li Sûriyeyê digire. Ger rejîma nû bixwaze ji wê lîsteyê were derxistin, divê ew piştrast bike ku Kurd di Sûriyeya nû de bi awayekî wekhev têne temsîl kirin.”

‘Di konferansê de mijarên cur bi cur hatin axaftin’
Ceylan Akça bi lêv kir ku di konferansê de li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî axivîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi piranî di hevdîtinên dualî de hate nîqaşkirin. Mijara giştî ya konferansê parastin, enerjî, bazirganî û îstîxbarata sûnî bû. Hemû pêşketinên herêmî di vê çarçoveyê de hatin nîqaşkirin. Rûniştinên li ser Sûriyeyê pirsên li ser komkujiyên li dijî Kurd, Durzî û Elewiyan dihewîne. Wezîrên Sûriyeyê û senatorekî Amerîkî ev komkujî weke ‘bûyer’ û ‘xeletiyên biçûk’ bi nav kirin. Ev delîl e ku çawa dewlet xema mirovan naxwin. Ji ber vê yekê ez dibêjim dîplomasiya gel ji bo dewletê nêzîkatiyeke cûda hewce dike. Kesên bêdewlet divê xwe xurt û têkildar bikin. Parastina Rojava bi piştgiriya Kurdên li çaraliyê cîhanê û karîgeriya dîplomatên wê ve girêdayî ye. Ev ne tenê ji bo Kurdên Rojava ye ji bo Kurdên li her derê ye. Di konferansê de, dema ez bi kesên ji rojavayê cîhanê hatin re axivîm û min ji wan durûtiya wan a li ser Rojava pirsî, şerm li ser rûyê wan hebû.”
‘Şerê li qadê bi qasî şerê li ser maseya danûstandinan girîng e’
Ceylan Akça xaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şerê li qadê bi qasî şerê li ser maseya danûstandinan girîng e. Em nikarin şerekî qezenc bikin û yê din winda bikin. Vê konferansê careke din nîşan da ku divê em dîplomatên xwe perwerde bikin da ku ew bikaribin li çar aliyên cîhanê daxwazên Kurdan bi dengekî bilind bînin ziman.”












