• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Navenda Nûçeyan / AW

16 SIBAT 2026 - 00:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir ku divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be û got: “Em dixwazin rola Tirkiye erênî be, berê êriş bû. Niha jî hinek caran dibe asteng. Em dixwazin Tirkiye ji vê rewşê derkeve, piştgirî bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tev li Bernameya Taybet a Stêrk Tv bû û bersiva pirsên rojnamegeran da. Mazlûm Ebdî ewilê bal kişand ser armanca hevdîtina li Munîhê û got: “Di meha dawî de gelek bûyer û êriş li Rojava çêbûn. Hêviyên me yên esasî ewe ku li hember rewşa niha ya heyî li Rojava helwestek hevpar hebe. Peymanek heye, ji bo neye binpêkirin. Her kesê agahî ji vê hebe û piştgirî bike. Dîsa têkiliyên siyasî hebe. Me karî dengê xwe bigihînin herkesê û hinek dewlet û kesayetan bûn xwedî helwest.”

‘Ev ji bo Kurdan qoaxeke nû ye’

Fermandarê HSDê di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsyetên taybet: “Wê bandorên xwe yên erênî hebin. Cara yekeme fermî tê vexwendin. Em weke Fermandaêr HSDê tevlî civîna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê bûn. Hinek alî li dijî vê derketin. Ne dixwestin hebûna me li vir hebe. Ev qonaxeke nû ye ji bo Kurdan bi taybet Kurdên li Rojava. Ji bo statûya Kurd a li Rojava. Li gorî hevdîtinên hatin kirin, me nêzîkbûnek dît ku divê çareseriyek bê danîn ku herdu alî qebûl bike; Kurd û hikûmeta Sûriye. Wê di dema pêş de gavên hatine avêtin wê bandorê xwe hebin.

‘Me garantiya hemû aliyan taybet hêzên garantor xwestiye’

Em ne cara yekê ye bi rayerdarên Hikûmeta Şamê re hevdîtin dikin, lê li derve cara yekem e. Hedefa esasî yên li vir hatî kirin, çi şande û çi jî hevpar yên bi rayedarên Sûriyeyê re me di hemû civînan de anî ziman ku peymana 29ê çileyê hatiye kirin; me garantiya hemû aliyan taybet hêzên garantor xwestiye. Ji bo careke din peymana mîna 10ê Adarê têk neçe. Hemû hêzên herêmî û derve pêwîst bişopînin û beşek ji vê bin. Alîkar bin ji bo ev peyman pêk were û neyê xirabkirin. Me gelek civîn kir, kes dijî derneket. Herkes di ferqê de bû ku tiştek pêwîst e. Heta niha bi nivîskî weke garantor tiştek derneketiye. Di civîna me ya bi wezîrê Amerîkayê re, me dîsa ev mijar anî ziman. Daxwazek hebû ku Amerîka bişopîne û garantorî bike. Wezîrê Derve yê Amarîka diyar kir ku bicihanîna vê peyamanê yek ji daxwazên Trump e. Ew bi xwe jî li ser disekine û dipopîne.

‘Ji bo Tirkiyeyê kanalên vekirî hene’

Têkiliyên me bi cîranên me re tim hebû. Ji derveyî Tirkiye. Lê ne di asteke fermî weke niha hebûn. Gelek civînên me bi cîranan re, bi rêveber û berpisyarên îstixbaratî û têkiliyên derve re çêbûn. Hinek tişt derneketin ragihandinê. Ev li ser pêşniyara me ya hevpar bû. Hemû piştgiriya xwe ji bo rewşa îro ya Sûriye dan diyarkirin. Ji bo Tirkiye jî qenalên vekirî hene. Bi şêwazeke dane diyarkirin ku ne li dijîne û piştgirî dikin. Têkiliyên me bi cîranan re dikeve qonaxeke nû.

‘Agirbest bi saya rabûna gelê me û dostên me çêbû’

Bertekê gelê me li ser bûyerên li Rojava di cih de bû. Hemû helwestên wan yên li dijî Amerîka û hêzên din di cih de bûn. Divê êriş nebûna, pêşî bihata girtin. Me di hemû civînan de got divê nebûna. Lê bû. Em vê bêjin, bi rabûna gelê me û helwesta xurt a dostên me yên li Amerîka û senatoran kir ku helwesta hêzên navnetewî bêguhertin. Agirbesta hatî çêkirin bi saya vê bû. Zexta Trump kir ku ev agirbest derkeve holê. Berxwedana gelê me derket holê. Di firkir de guherîn hene. Em dixwazin pêş bixînin di çarçoveya çareseriya li Sûriye. Divê xisûsyetên Kurd jî bên dîtin. Di civînan de vexwendinname ji bo me hatin em biçin Amerîka, me jî ev erênî dît, derfet çêbibe dikarin biçin.

‘Divê Tirkiye dev ji helwesta xwe ya neyînî berde’

Di encama pêvajoya aştî ya niha tê meşandin de, yek ji encamê wê agirbestek bi Tirkiyeyê re bi qasî 8 meh heye. Têkiliyek bi vê agirbestê re heye. Girêdana xwe bi pêvajoya aştiyê re ya bi PKKê û Tirkiyeyê re heye. Ji niha û vir ve jî wê bandorê bike. Wê encamên pêvajoyê bandorê li vir jî bike. Em dixwazin rola Tirkiye erênî be, berê êriş bû. Niha jî hinek caran dibe asteng. Em dixwazin Tirkiye ji vê rewşê derkeve, piştgirî bike. Daxuyaniyên rayedarên Tirkiye piştgiriyên xwe ji bo vê peymanê dane çêkirin. Em jî dixwazin girêdayî daxuyaniyên xwe bin. Vê peymanê rast jî bixwînin. Her du alî jî li ser li hev kirine. Li ser esasê entegrasoneke xurt ku mafê Kurdan jî li Sûriye bê parastin.

Ev ne tenê ji bo rojava ye, ji bo hemû Sûriyeyê ye. Divê ev piştgiriya bê kirin, ji bo ji nû ve avakirina binesazî ne tenê ji bo beşek Sûriye divê ji bo hemû Sûriyeyê û taybet ji bo Rojava be. Mijarek di rojevê de ye. Di vê mijarê de hemû nêrîn erênî bû. Bi Wezîrê Derve yê Almanyayê re jî me heman tişt nîqaş kir. Wan jî erênî bersiv da. Ji bo vê şopandin û proje lazim e.

‘Rola Îmraliyê de di mijar û helwesta Sûriyeyê de pir mezin e’

Di vê pêvajoya borî de 2 name ji Îmraliyê hatin. Naveroka xwe ji bo peymana 10ê Adarê pêk were bû. Berî 29ê çileyê ji bo Rêveberiya HSDê nameyek din hat ku çareserî pêk were. Îmralî bandoreke xwe ya mezin li ser van peymana hebûn. Rola Îmralî di helwest û mijara Sûriyeyê de pir mezin e. Pêwîstî pê heye rêveberên Sûriye Îmralî bibînin.

‘Xwestin şerê Kurd û Ereban derxin’

Niha pirsgirêkek heye, hinek alî dixwaizn şerê Kurd û ereban derxînin. Tiştên nebaş hatine kirin, hene. Ev nayê wateya Kurd û Ereb bibin dijmin. Heta niha di navbera Kurd û Ereban de ti pirsgirêk nîne. Kurd û Ereb li Kobanê û Cizîrê bi hev re jiyan kirine. Di vê pêvajoya 2011an DAIŞ û dewleta Sûriye xwestin Kurd û Ereban li dijî hev bidin şerkirin. Demeke dirêje Krud û Ereb bi hev re dijîn. Her gava ku dixwazin şerê Kurd û Ereban derxînin ev pilaneke. Raste agirbest heye û şerek nîne. Lê me di civînan de anî ziman ku hinek dixwazin şerê Kurd û Ereban derxînin. Hinek kes hene dixwazin eşîran li dijî Kurdan bidin şer kirin. Niha gelek kesên derketine vegeriyane dixwazin şer bidin kirin. Kêmaniyên me jî hene, ku me nekarî hinek dost çêbikin. Bi hezaran şehîd û birîndar hene. Hêzeke Ereb yên herêmê bi me re ne. Aliyên me yên baş jî hene, divê em li hemberî wan helwest bin. Hinek jî tirsiyane rûniştine. Dema pêş biryar ya wane. Hesekê nîvî Ereb û nîvî Kurdin em bi hev re dijîn, tiştên şaş hatine kirin, emê rast bikin. Xeta me ya diyar heye ku em bi hev re bijîn û pêşerojek baş danin.

‘Divê helwesta hatiye dayîn bidome’

Helwestê gelê me û Diyaspora cihê serbilindiyê bû. Ev helwest kir ku helwesta hêzên navneteweyî biguherînin. Ji bo me ev helwest girînge, di vê bê domandin. Heta em bigihêjin mafê xwe divê ev helwest dewam bike. Gelê Kurd li ser hêzên Rojava û şervanê xwe yekîtiya xwe çêkir. Divê encamê vê helwestê jî hebe. Divê em jî li hember gelê Kurd erkê xwe pêk bînin. Em jî yekîtiyek xurt yê partî û siyasiyan çêbikin. Yek ji erkê me yê siyasî ewe ku l i Rojava rêxistineke Kurd yekgirtî bê pêkanîn. Divê herkes vê yekê qebûl bike. Helwesta Kurd vê dixwaze. Ji bo Kurdên Diyasporayê jî tiştek bejim; Kurdên me yên Diyaporayê her xeteriya dibîne radibe. Her çendî ji welat qutbûne lê ruhê wan hene. Vê carê xurtir rabûn. Helwesta gelê me ya li Diyaspora erênî hebûn. Bandor li ser hêzê me û hêzên navneteweyî hebû. Em wan silav dikin. Dixwazin dewam bikin.

‘Artêşa jinê xeta me ya sor e’

Di hêza ewlekariya de wê jin cihê xwe bigirin. Wê li gorî wezareta Navxwe ya Sûriye cihê xwe bigirin. Di artşa Sûriyeyê de jin nîne, ev pirsgirêkeke. Vê bi xwe re pirsgirêkek hiqûqî derxistiye. Ji bo me hêza jin xeta sore. Li ser vê hevdîtin çêdibin. Li vir civîneke Sûrî-Sûrî hebû. Me ev yek nîqaş kir ku jin çawa cihê xwe di nava artêşê de bigirin. Me got wê bi şêwazeke defekto hebûna xwe dewam bike. Di her tugayekê de taximek jin hebe. Heta çareseriyeke qanûnî û mayînde hebe, wê bi wî rengî dewma bike.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ev ne cara yekem e em zehmetî û êrişên mezin çêbû, vê carê jî êrişên mezin çêbûn. Ev şoreşe, her tim serketin nabe. Hinek car bi paşve jî diçin û dijimin hinek tişt bi dest dixe. Ji bo em bigihêjin hedefê me destpê kir. Divê gelê me gav bi şûn ve neavêje. Tiştên rû dayî, pir bi êş çêbûn. Em jî pê êşiyan. Niha ne dema wê ye gilî û gazincan bikin. Me şerek winda kir, lê şoreş dewame. Divê em bihêz û moral bin. Her tişt ne spî û ne jî reş e. Niha derfet hene ku destkeftiyên xwe biparêzin. Tişta me destxistî ne besin û em pê nerazîne. Emê li ser vê têkoşînê bikin. Hinek destkeftî hene, lê ne bi dilê me ye. Hesab û tiştên bê rastkirin hene. A niha tişta pêwîst bi moralbûn û destê hev bigirin. Vê pêvajoyê derbas bikin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta me statûya xwe xurtir kirî.”

Etîket: HSDMazlum EbdîRojavaStêrk Tv
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

4 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

2 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî pêşwazî kir

2 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Li Çelebiyê bendên hevbeş hatin danîn

Li Çelebiyê bendên hevbeş hatin danîn

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (390)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne