• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Wê jin çarenûsa vê pergalê diyar bikin

29 GULAN 2025 - 19:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî, bal kişand ser têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê û got: ‘’Dê jin çarenûsa vê pergalê diyar bikin.’’

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê hate lidarxistin, bi dawî bû. Çalakiya du rojan dewam kir, bi axaftin û eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Axaftina dawîn ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar ve hate kirin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar li hemberî pergala kapîtalîst a mêran peyameke xurt da û got: ‘’Em jin dê çarenûsa vê pergalê diyar bikin.’’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku azadiya jinan bi awayekî sîstematîk ji destê wan hatiye standin û ev yek anîn ziman: ‘’Pergala serwer a mêran a kapîtalîst azadiya me desteser dike. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn hê jî jin tune tên hesibandin. Lê belê em li dijî vê pergalê disekinin. Ger daxwaza demokrasî û azadiyê bikin divê destpêkê li rewşa jinan binêrin.’’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û diyar kir ku jin ew hêz e ku civakê vediguherînin û wiha pêde çû: ‘’Em jin, rastî û roniya civakê ne. Ji ber vê yekê di têkoşîna azadiyê de keda jinan gelekî mezin e. Em girêdayî hev in û divê li hemû qadan berxwedana xwe mezin bikin.’’

Her wiha Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ jî û bi van gotinan bi dawî kir: “Em gotinên Birêz Ocalan esas digirin. Weke Birêz Ocalan jî aniye ziman; ‘Ger li Bakur aşitî hebe wê li Başûr jî hebe. Ger li Başûr jin azad bin wê li Bakur jî azad bibin.’ Em ê vê ked û berxwedana hevpar mezin bikin.’’

Etîket: ÇîgdemJinKonferans
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

20 ADAR 2026
Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

13 ADAR 2026
Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

8 ADAR 2026
Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

8 ADAR 2026
Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne