Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Festîvala Rojên Amarayê de axivî û got: “Gelê Kurd ku ber bi azadiyê ve dimeşe û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê meşê dike dê behtir li qadan be. Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e.”
Festîvala Rojên Amarayê ya bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê lidarxistin, bi coşeke mezin didome. Di festîvalê de bernameyên weke, atolyeya zarokan, tûrûnvaya futbol û voleybolê jî hatin li darxistin. Piştî bernameyan festîvalê bi axaftinan ve berdewam kir.
Ewilî Dayika Aştiyê Afîfe Kartal axivî û anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e û wiha got: “Sala bê divê em rojbûnê bi Serokê xwe re pîroz bikin û bi awayekî azad di nav me de be. Rojbûna Serokatî bi tevahî şervanan, girtiyên azadiyê, dayikên şehîdan û dayikên girtiyên azadiyê pîroz be. Bê Serok jiyan nabe. Bê Serok jiyan nabe. Heta xwîn di laşe me de hebe em ê li pêy Serok Apo û şervanên xwe bin.”
‘Em îradeyekê nîşan didin; ew daxwaza azadiya birêz Ocalan e’
Hevserokên Federasyonên MED-TUHAD-FEDê Kerem Can Polat û Pinar Sakik Tekîn li ser dikê girse silav kirin. Kerem Canpolat rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû gelên bindest pîroz kir û got: “Ev roj ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest rojeke zayînê ye. Birêz Ocalan di nav şer û pêvçûnên Rojhilatê Navîn de aştiyê pêşdixîne. Birêz Ocalan ji bo hemû gelên bindest ji vî şerî biparêze ev pêvajo da destpêkirin. Ji bo wê em xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Xwedîderketina vê pêvajoyê jî ne bi rûniştinê bi mezinkirina têkoşînê pêkan e. Em li vir ji Girava Îmraliyê ji hemû girtiyan re silavên xwe dişinin. Her wiha ji bo gelê Kurd jî ji hev hez bikin û tîfaqa xwe xurt bikin. Em hevî dikin ew pêvajo jî bigihêje encamê û dewlet jî li gor wê gav bavêje. Gumanên me bi gavavetina ji bo azadiya birêz Ocalan wê ji holê rabin. Li vir em îradeyeke nişan didin û ew jî daxwaza azadiya fizikî ya birêz Ocalan e. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
‘Ev têkoşîn weke ku di çolê de şînbûna darekê ye’
Piştre Hevseroka Giştî ya DPBê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel pîroz kir û wiha axivî: “Em spasiya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan ku îro hiştiye em bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û vê pîrozbahiyê li dar bixînin, dikin. Ev têkoşîn weke ku di çolê de şînbûna darekê ye. Heviya kesî tunebû. Silav ji kesên ew têkoşîn ava kirinê re. Kurdan li Newroz û çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava de yekitiya xwe ava kirin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Gelê Kurd ku ber bi azadiyê ve dimeşe û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê meşê dike dê behtir li qadan be. Ya ku em pîroz kirin ji nû ve zayîna me hemûyan e. Rojbûna me hemûyan pîroz be.”
Girsê bênavber dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Piştî axaftinan bername bi stranan berdewam kir.














