• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Rêya Til Temir û Serêkaniyê piştî 6 salan hat vekirin

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Ji Şaredariya Tuşbayê xebata parastina jîngehê

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

    Turnuvaya Rojîn Kabaişê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cîhan Celo: Tirkiye û rayedarên Îraqê li ser êrişan li hev kirine

Bazîd Evren / AW

26 SIBAT 2026 - 09:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo têkildarî hewldanên êrişan ên dawî diyar kir ku Tirkiyeyê û çend rayedarên Îraqê li ser êrişên li dijî Şengalê li hev kirine û got: “Ev rayedar li dijî Êzidiyan in û li ser fikra DAIŞê ne. Dixwazin êriş bikin ku armanca dewleta Tirk pêk bînin.”

Hikûmeta Îraqê ev demeke gefên xwe yên li dijî civaka Kurdên Êzidî zêde kirine û li derdorê Şengalê jî baregehên nû yên leşkerî çêdike. Ev hewldan, weke amadekariya êrişeke li dijî Êzidiyan tê pênasekirin û bandora Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye. Her wiha Îraq dixwaze gelê Êzidî bêçek bike û hêza wan ya xweparastin û xwerêvebirinê weke sûc bide nîşandan. Ev geşedanên dawî yên li Şengalê di raya giştî de rastî bertekan tên û ji bo çareseriya bi rêya diyalogê bang tên kirin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo derbarê geşedanên dawî de ji ajansa me re axivî.

‘Êrişên li ser Kurdan bi komploya navdewletî ve girêdayî ne’

Di destpêka axaftina xwe de Cîhan Celo bal kişand ser êrişên li hember kêmnetew û kêmbaweriyên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku êriş taybet jî li ser gelê Kurd tên kirin. Cîhan Celo anî ziman ku herî dawî bi alikariya Tirkiyeyê, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Amerîkayê jî rê li ber van êrişan vekir. Mirov dikare van êrişan bi Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber Apo hatiye pêkanîn girê bide ku armanca wan tunekirina vîna gelê Kurd e. Xwestin fikra demokrasî û azadiyê bifetisînin. Lê belê hem berxwedana Rêber Apo ya di zîndanê de hem jî berxwedana gelê Kurd ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ev plan vala derxist.”

‘Ev pêvajo dê ji ya 2014an zehmettir be’

Cîhan Celo destnîşan kir ku Tirkiyeyê di Rojavayê de xwesteka xwe pêk neanî û niha jî berê xwe daye Şengalê û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya Rojava, wezîrê derve yê Tirkiyeyê gef li Şengalê xwar û diyar ku ew dê êrişî Şengalê bikin. Ji xwe dewleta Tirk ji sala 2017an ve êrişên xwe yên li hember pêşengên civaka me dikin û bi balafir û dronan van pêşengan hedef digirin. Niha jî dewleta Tirk bi hinek rayedarên dewleta Îraqê re li ser êrişên li hember Êzidiyan li hev kirine. Hêj jî hikûmeta Îraqê nehatiye avakirin û hikûmeta niha ya herî lewaz e ku nikare biryara şer an jî êrişan bidin. Hinek kesayetên li dijî Êzidiyan in û li ser fikra DAIŞ ne. Dixwazin êriş bikin ku armanca dewleta Tirk pêk bînin. Niha xetereyeke mezin li dijî Şengalê heye, xetereya herî mezin anîna DAIŞiyan e. Dibe ku weke hovitiya DAIŞê êrişekî me nekin, lê dê ev pêvajo ji ya berê zehmettir be.”

‘Dixwazin tolê rakin’

Di berdewamiyê de Cîhan Celo da zanîn ku vê carê dixwazin bi rêya dewletê êriş bikin, vîn û destkeftiyên civaka Êzidî bikin hedef. Cîhan Celo bi domdarî ev tişt gotin: “Her wiha dixwazin çekên civakê kom bikin, yek ji xetereya herî mezin ev e. Ev yek rê li ber fermanan vedike. Tê zanîn ku li Dêrezor a Sûriyeyê DAIŞ careke din xwe şên dike û ji wir agahiyên balkêş tên. Weke tê zanîn sînorê Dêrezorê û Îraqê yek in û dikarin êrişî Îraqê bikin. Ji xwe Şengal di hedefa wan de ye, dixwazin tola 2014-15an ku di Şengalê de şikestin,hilînin. Heman tiştî dixwazin li Kobanê jî bikin. Lewma hêj jî dorpêç li ser Kobanê ranebûye. Çi bi hewayê fizîkî, çi bi awayeke din dixwazin êrişî Şengalê jî bikin.”

‘Divê Kurd xwedî li Şengalê derbikevin’

Cîhan Celo behsa danûstandinên li gel hikûmeta Îraqê jî kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Em dixwazin hêzên çekdarî û asayîşê ku piştî êrişa 2014an hatine avakirin, entegreyî dewletê bên kirin û bigehijin fermiyetekê. Danûstandinên me didomin, lê heta niha tu encam nehatine bidestxistin. Hikûmeta ku niha heyî, nikare tu biryaran bide û biryarên niha tên girtin jî biryarên çend Şexsiyetên Sûnnî ne ku li dijî me ne. Heta ji destê me bê em ê nehêlin şer derbikeve, lê heke şer derbikeve jî em têra xwe hene. Em çawa ku li hemberî DAIŞê sekinîn, niha jî ew vîn û baweriya me heye ku li dijî her cure êrişê li ber xwe bidin. Divê welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine, li dijî êrişên nû jî dengê xwe bilind bikin. Her wiha Kurdên 4 aliyê Kurdistanê û Ewropayê çawa xwedî li Rojava derketin, divê wisa xwedî li Şengalê jî derbikevin. Em bang li gelê me yê Êzidî jî dikim ku li dora hêzên xwe yên leşkerî bibin xelek û nehêlin vîna civaka Êzidiyan bê tunekirin.”

Etîket: Cîhan CeloMetirsiya êrişêRayedarên IraqêSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

8 NÎSAN 2026
Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

28 ADAR 2026
Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

Xelkê Tilezêr: Ji bo aramiya Şengalê biryara komkirina çekan betal bikin

28 SIBAT 2026
Suham Şengalî: Welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine niha bêdeng in

Suham Şengalî: Welatên ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine niha bêdeng in

28 SIBAT 2026
Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Libnanê bîlançoya giran: 2 hezar 55 mirî, nêzî 7 hezar birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (468)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne