Enqere – Civîna 15an a Komîsyona Meclisê dest pê kir. Di rûniştina yekêm a civînê de saziyên ciwanan wê bên guhdar kirin û di rûniştina 2yemîn de jî saziyên jinan bên guhdarkirin.
Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li Meclisê ava bûye civîna xwe ya 15emîn li dar xist. Di civînê de dê saziyên ciwanan û jinan bên guhdar kirin. Di rûniştina yekêm a Civînê de dê Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Weqfa Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3), Komeleya Avakarên Ciwan ên Aştiyê, Forma Rêxistinên Ciwanan (GoFor), Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê (AGD) û Yekitiya Talebeyên Tirk (MTTB) bên guhdar kirin.
Di rûniştina duyemîn a civînê de jî Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29ê Cotmehê (29 EKD), Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê re Heye, Komeleya Karmendên Jin a Tirkiyeyê (TÎKAD) û Komeleya Piştgirî û Çandî û Perwerdehiyê ya Hazarê wê bên guhdar kirin.