Civîna 17emîn a komisyona meclisê destpêkir. Di civînê de Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê İbrahim Kalin dê ben guhdarkirin. Tê payîn ku piştî vê civînê komîsyon merhaleya yekêm a xebatan bi dawî bike.
Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-biratî û Hevgirtina Millî civîna xwe ya 17emîn li meclisê li darxist. Di civînê de Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê İbrahim Kalin dê bên guhdarkirin. Piştre jî parlamenterên di komîsyonê de dê pirsan ji wan bipirsin. Tê payîn ku komîsyon piştî vê civînê merhaleya yekêm a xebatên xwe bi dawî bike û derbasî merhaleya amadekariyên taslaxên pêşnûmaneyên qanûnî bibe. Civîn dê ji çapemeniyê re girtî be.













