• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îhsan Colemêrgî: Pêwîst e çanda xwendinê pêş bikeve

    Îhsan Colemêrgî: Pêwîst e çanda xwendinê pêş bikeve

    Platforma Şiyar Be li Wanê tê avakirin

    Platforma Şiyar Be li Wanê tê avakirin

    Îlham Ehmed dê beşdarî Konfernasa Navneteweyî bibe

    Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Navneteweyî dibe

    Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir beraet kir

    Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir beraet kir

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îhsan Colemêrgî: Pêwîst e çanda xwendinê pêş bikeve

    Îhsan Colemêrgî: Pêwîst e çanda xwendinê pêş bikeve

    Platforma Şiyar Be li Wanê tê avakirin

    Platforma Şiyar Be li Wanê tê avakirin

    Îlham Ehmed dê beşdarî Konfernasa Navneteweyî bibe

    Îlham Ehmed beşdarî Konferansa Navneteweyî dibe

    Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir beraet kir

    Hevşaredarê Mîksê Ayvaz Hazir beraet kir

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civîna DEM Partî û CHPê bi dawî bû: Hewceyî bi guhertina qanûnan heye

Enqere / AW

10 ADAR 2025 - 16:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel piştî civîna li gel şandeya DEM Partiyê daxuyanî da û got ku partiya wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd paketeke demokratîkbûnê amade dike û hewceyî bi sererastkirinên qanûnî dît.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi Serokê Giştî CHP Ozgur Ozel re civiyan. Civîn li Navenda Giştî ya CHPê hat lidarxistin.

Piştî civînê her du partiyan daxuyanî da.

Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de got: “Me îro hevdîtinên gelek baş kirin. Me hem geşedanên li Tirkiyeyê hem jî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê nirxandin. Me, têkildarî banga birêz Abdullah Ocalan de agahdar kirin û çendek rêzehevdîtin dan destpêkirin. Dê hevdîtinên me bidomin.”

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku piştî banga Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan kirine û wiha domand: “Ji 1ê Cotmehê heta niha wekî birêz Bahçelî jî di civîna koma xwe de gotibû; têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û çekberdana PKK’ê pêvajoyên diyalogê hebûn. Di van pêvajoyên diyalogê de rûpeleke nû vebû. Ev rûpel, bi banga Îmraliyê vebû. Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ re rûpeleke nû vebû. Mijara esasî ya bangê ew e ku pirsgirêka Kurd ji çarçoveya pevçûn û tundiyê were derxistin û li ser zemîneke qanûnî, siyasî û demokratîk were çareserkirin. Muxatabê vê bangê li rexekî rêxistina birêz Ocalan e, li rexekî hemû dînamîkên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê, li rexekî îktîdar û muxalefet jî di nav de hemû partiyên siyasî û di heman demê de dewlet bi xwe ye. Bi taybet jî ji bo ev pêvajo derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe, bêguman girîng e ku hinek şert û merc bên avakirin. Em bi birêz Ozel û şandeya pê re li ser van mijaran şêwirîn. Dixwazim destnîşan bikim bê ka di vê pêvajoyê de rola parlamentoyê ji bo aştiya civakî çiqasî mezin e. Ji bo xurtkirina zemîna vê bangê, gelek girîng e ku pêvajoya bêpevçûniyê dest pê bike. Birêz Ocalan, banga xwefesihkirinê li PKKê kir. PKKê jî bersiveke erênî da. Bi avakirina şert û mercan re dê bikarin kongreya xwe bicivînin û agahî dan ku dê têkildarî mijarê pêvajoyê bidin destpêkirin. Dixwazim bi taybet jî li ser pêvajoya bêpevçûniyê bisekinim. Ji ber ku ji bo pêvajoya xwefesihkirinê çêbibe, divê zemîna vê veguherîna demokratîk bi xurt were amadekirin.”

Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê desthilatê

Destpêkirina pêvajoya bêpevçûnê girîng e. Mijara duyemîn, di serî de ev hevdîtin gavê ku ji vir û şûnde dê li ser zemîna parlamentoyê bên avêtin in. Anku di vê pêvajoyê de gelek girîng e ku qanûnîbûn dest pê bike. Hevdîtinên behsa xeberê yên ez qala wan dikim di hundirê vê de ne. Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê zemîna veguherîna demokratîk baş were amadekirin. Di serî de partiya muxalefetê ya sereke, peyamên erênî yên muxalefetê yên heta niha hatine dayin gelek biqîmet in. Ev pêvajo, pêvajoyeke gelek girîng e. Hewceye pêvajoya aştiyê, ev hewldane bi tu awayî neyên pûçkirin. Ev yek gelek biqîmet e. Lewma, divê hemû derdor xwedî lê derkevin. Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê destilatê û dewletê.”

Tulay Hatîmogûllari piştgiriya wan a bi bangê re bi bîr xist û got: “Di hevdîtina îro de ji me re hate gotin ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amadekariya paketeke demokratîkbûnê dike. Ev, xebateke gelek biqîmet e û ji bo amadekariyan careke din spasiya wan dikim. Ev gelek girîng e. Ev serdem, ew serdemeke ku divê meclis, siyaset û hemû zemînên demokratîk înîsiyatîfê li xwe bigirin.”

Tulay Hatîmogûllari, herî dawî jî bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin, da.

‘Ji bo xwîn nerije…’

Piştre jî Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel axivî. Ozel, got: “Komên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, raye ji gel xwestin. Gel jî rayeya xwe bi vî rengî da. Heke pêvajoya şer were terikandin, heke rêxistin çekên xwe berde, heke xwe hilweşîne, heke dayik êdî negirîn, heke êdî şehîd neyên, heke êdî dayikên Kurd û Tirkan negirîn, heke xwîn êdî nerije, heke êdî zarok sêwî nemînin, peywira gel daye me jî ew e ku mirov ji bo vê pêvajoyê alîkar be.”

‘Em ê ji bo çareseriyê di nava hewldanan de bin’

Ozel di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Jixwe heke bibî parlamenter, heke rayeyê ji gel bigirî û çi dibe bila bibî li dijî pêvajoyeke wiha derkevî, wê demê tu ji bo rijandina xwînê û barandina hêsiran dibêjî; ‘tu çareseriyên min nînin, ez li wir nînim.’ Em ne mirovên vê siyasetê ne. Di mijara pirsgirêka Kurd de em xwedî helwesteke çêker in. Ji bo çareserkirina wê em ê hewl bidin. Zemîn ku dere? Zemîn, parlamento ye. Di vê mijarê de di civîna komê ya hefteya din de min bang li birêz Nûman Kurtulmuş kir ku înîsiyatîfê li xwe bigire. Ez dixwazin dîsa dubare bikim.

Divê qanûn bên amadekirin

Dema li parlamentoyê di vê mijarê de xebat hatin destpêkirin, em ê peywira xwe bicih bînin û peywira gel daye me bicih bînin. Em ê vê yekê bi muxatabên xwe yên din ên li parlamentoyê re parve bikin. Hedefa me hem Kurd in hem Tirk in hem Elewî ne hem Sunî ne.. hedefa me civakeke azad û demokratîk a ku hemû etnîk nasname an jî bawerî xwe de wekhev dibînin e. Ji bo vê jî divê tevahiya sererastkirinên qanûnan bên kirin. Hewceye di vê mijarê de mirov meseleyê bike du beş. Ya yekemîn, sererastkirinên qanûnî yên nû yên kêmasî tê de hene. Ya duyemîn jî, bi adilane û demokratîk cîbicîkirina qanûnên heyî ye. Hewceye di vê mijarê de bi biryardarî gav bên avêtin. Ev yek dê bi xêra tevahiya Tirkiyeyê be. Heke em vî karî ji hedefên siyasî yên partiyeke siyasî re bihêlin, em tevek dê winda bikin.

Paketek a me ya demokratîkbûnê heye ku em li ser 7-8 serenav û mijarên esasî dixebitin, gelek qanûnan û ji zêdetirî 20 beşan de em xebatê dimeşînin. Heke ev paket bikeve meriyetê, dê di mijara meseleya Kurd de pêşketinên gelek mezin çêbibin. Bi taybet jî dê îmaja Tirkiyeyê ya li cîhanê biguhere, ji bo aboriyê gelek sûdewer be û îndeksa me ya heyî gelek pêşde bibe… Wê demê dê tu kes ji vê pêşketinê mehrûm nemîne. Lê heke were redkirin û neyê cîbicîkirin, dê çareserî pêkan nebe. Ji ber ku tu çareseriyên demokratîkbûnê di hundirê xwe de nehewînin, dê nebin çareseriyên mayinde. Dê li Tirkiyeyê tu kes xêra vê nebîne.

Heke em ji vê pêvajoyê bên dûrxistin, heke pêvajo bê têkbirin û heke ev pirsgirêk di vê serdemê de neyê çareserkirin; dê AKP weke partiya ku ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê ev pêvajo têkbirî di rûpelên dîrokê de cih bigire. Dê Tirkiye li pêşiya xwe binêre. Li şûna ku li benda pêvajoya Tirkiye li pêşiya xwe dinêre bisekinin, divê em tevek xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo vê jî sê pêşniyarên me hene; demokrasî, demokrasî û domokrasî. Ji bilî vê tu pêşniyarên me nînin.”

‘Pirsên têkildarî HSDê divê ji wan bê pirsîn’

Piştre jî pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Ji bo pirsa “Gelo banga Abdullah Ocalan ji bo HSDê jî derbasdar e yan na?”, Tuncer Bakirhan ev bersiv da: “Jixwe em nikarin bibin muxatabê meseleya têkildarî HSDê de. HSD li Sûriyeyê hatiye avakirin û di nava hevkêşeya Sûriyeyê de ye. Rêveberiyeke nêzî 12 sal in bi gel û baweriyên din re hatiye avakirin heye. Lewma jî DEM Partî nikare di mijara çekberdana HSDê de tiştekî bibêje. Jixwe di bangê de pir zelal e bê ka bang ji bo kê hatiye kirin. Lewma jî ev pirs girîng in lê ya herî girîng ew e ku mîna birêz Ozel jî got, mirov nîqaşê li ser vê pêvajoya ku dê dawî li mirinan bîne bisekine. HSD dikare têkildarî xwe biryaran bide ku xwe weke avadaniyeke siyasî ya serbixwed dinirxîne. Lewma tiştekî rast nîne em der heqê wan de nirxandinekê bikin.”

Etîket: CHPDEM PartîOzgur OzelTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

DEM Partî: Gotinên Abdullah Ocalan ji wateyê hatine dûr xistin

4 KANÛN 2025
Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

Cengîz Çiçek: Kê girtekên hevdîtinê tomar kir?

4 KANÛN 2025
Ji Başûrê Kurdistanê gelek kes beşdarî Konferansa Navneteweyî dibin

Ji Başûrê Kurdistanê gelek kes beşdarî Konferansa Navneteweyî dibin

4 KANÛN 2025
Beşdar û mijarên Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê eşkere bû

Beşdar û mijarên Konferansa Navneteweyî ya DEM Partiyê eşkere bû

3 KANÛN 2025
Konferansa navneteweyî ya DEM Partiyê dê bi 3 zimanan pêk were

Konferansa navneteweyî ya DEM Partiyê dê bi 3 zimanan pêk were

3 KANÛN 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

3 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (74)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne