Civîna komisyona meclisê ya 16an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.
Di civîna 16emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hatin guhdarkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêkhat. Di civînê de yekemîn Hakan Fîdan hat guhdarkirin û piştre jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hat guhdarkirin. Civîn piştî 7 seatan bi dawî bû.













