• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişî peykara “Jinên Têkoşer” kirin

    Êrişî peykara “Jinên Têkoşer” kirin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî entube kirin

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî entube kirin

    Erka polîsan ewlehî ye an kuştin û dizî ye?

    Erka polîsan ewlehî ye an kuştin û dizî ye?

    YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

    YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 4ê KANÛNA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişî peykara “Jinên Têkoşer” kirin

    Êrişî peykara “Jinên Têkoşer” kirin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî entube kirin

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî entube kirin

    Erka polîsan ewlehî ye an kuştin û dizî ye?

    Erka polîsan ewlehî ye an kuştin û dizî ye?

    YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

    YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 4ê KANÛNA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civîna Komisyona Meclisê: Ji sedî 82yê ciwanan dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Enqere / AW

15 COTMEH 2025 - 16:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Di rûniştina yekêmîn a civîna komîsyonê de saziyên ciwanan ku axivîn bi lêv kirin ku ji bo baweriya ciwanan ji pêvajoyê bê divê gav bên avetin û saziyan dane parvekirin ku ji sedî 82yê ciwanan dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

 

Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li Meclisê ava bûye civîna xwe ya 15emîn li darxist. Di civînê de saziyên ciwan û jinan tên guhdarkirin. Di rûniştina yekêm a Civînê de Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Weqfa Teknolojî ya Tirkiyeyê (T3), Komeleya Avakarên Ciwan ên Aştiyê, Forma Rêxistinên Ciwan(GoFor), Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê (AGD) û Yekitiya Talebeyên Tirk (MTTB) hatin guhdar kirin. Di rûniştina duyemîn a civînê de jî Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29ê Cotmehê (29 EKD), Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêvîstiya min heye a Jinan, Komeleya Karmendên Jin ên Tirkiyeyê (TÎKAD) û Komeleya Piştgirî û Çandî û Perwerdehiyê ya Hazarê wê bên guhdar kirin.

Li ser navê AGDê, Salîh Tûrhan axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd di “têgihiştina ciwanan” de ye û wan anketek bi 2 hezar ciwanên ku li bajarên Kurdistanê dijîn re kiriye. Tûrhan diyar kir ku ji sedî 43yê ciwanan di anketê de xwe li gorî nasnameya xwe ya etnîkî, ji sedî 11ê wan jî xwe li gorî nasnameya xwe ya neteweyî û yên mayî jî li gorî nasnameya xwe ya olî pênase kirine. Salîh Tûrhan bi lêv kir ku wan ji ciwanan pirsiyê û piraniya ciwanan gotiyê divê pirsgirêk bi hevrûbûnê were çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne wekî pirsgirêkek, lê wekî mijareke xwişk û biratiyê ku divê were çareserkirin nêzî vê pirsgirêkê dibin. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek ewlehiyê ye, lê divê li ser bingeha edalet, azadî û wekheviyê were çareserkirin. Ciwan piştgiriyê didin pêvajoyê lê derbarê pêşketinan de gumanên wan hene. Di anketê de ji sedî 28,5ê ciwanên me ji vê pêvajoyê hêvî dikin, ji sedî 11 bê biryar in, ji sedî 26 bawer nakin, ji sedî 8,4 bawer dikin, û ji sedî 25,4 rêzdar in. Ev nîşan dide ku pirsgirêka Kurd niha ne tenê di rojeva siyasetê de, lê di heman demê de di rojeva wijdana civakê de jî heye. Daneyên ku me bi dest xistine nîşan didin ku ciwan peymanek civakî ya li ser bingeha edaletê dixwazin, ne ku şerê çekdarî û ferzkirina nasnameyê.”

Ji sedî 82yê ciwanan dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Di berdewama axaftina xwe de Salîh Tûrhan da zanîn ku di anketan de ji sedî 82yê ciwanan xwestiyê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û ev tişt gotin: “Ziman bingeha nasnameyeyê. Têgihiştin û derfetên ku di vî warî de têne peyda kirin dê beşdariya herî girîng a aştiya civakî bikin. Divê mafên bingehîn ên mirovan ji hemî welatiyên me re, bêyî ku bawerî, nijad an mezheba wan çi be, bêyî tu bazar bên kirin astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê dayikê werin rakirin û ev maf di qanûnan de bên mîsogerkirin.”

‘Kurd ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê tên’

Li ser navê Komeleya Avakarên Ciwan ên Aştiyê Baran Yalçınkaya axivî û diyar kir ku siyaseta cudakar bandorên berfireh li ser civakê dike û zirarê dide her aliyê jiyanê. Baran Yalçinkaya destnîşan kir ku Kurd ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê tên û wiha got: “Birêz Selahattîn Demirtaş yek ji aktore ku bikarê bandoreke erênî li pêvajoyê bike ye. Rewabûna daxwazên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê ji aliyê ciwanên Kurd ve tê. Lê dayikekê nekarî di vê komîsyonê de bi Kurdî biaxivê. Vê yekê em ciwan matmayî kirin. Ev komîsyona ku bi taybetî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye avakirin refleksên kevin ên Tirkiyeyê tîne bîra mirov.”

‘Divê hemû partiyên siyasî bi dil û can piştgiriya pêvajoyê bikin’

Ji Komeleya Avakarên Ciwan ên Aştiyê Rona Şenol jî bal kişand ser nîqaşên “Ocalan naxwazê Demirtaş be berdan” û bi lêv kir ku heke gavên berbiçav hatibûna avêtin, komîsyonê bi Ocalan re hevdîtin bikira û Demirtaş bihata berdan ew nîqaş dernediketin û bandoreke neyînî li ser pêvajoyê nedikir. Rona Şenol axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Divê hemî partiyên siyasî bi dil û can vê piştgiriya pêvajoyê bikin. Operasyonên li dijî CHPê dibe sedem ku dijberiyên li dijî pêvajoyê xurt bike.”

Daxwaza ciwanan

Ji GoForê Hasan Oguzhan Aytaç jî diyar kir ku divê ciwan bikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibinin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“*Divê Konseya Ciwanan a Neteweyî ya serbixwe û bi awayekî gerdûnî were damezrandin da ku ciwan bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.

* Divê beşdariya çalak a jinên ciwan di pêvajoyê de were misogerkirin.

* Divê çavkaniyên giştî ji bo projeyên aştî û dijî-cudakariyê yên ku ji aliyê rêxistinên ciwanan ve têne kirin da ku pêvajoya aştiyê civakî bikin werin veqetandin.

* Divê Qanûna bi Hejmara 2911 li gorî Xala 34an a Destûra Bingehîn ji nû ve were nivîsandin û astengiyên li pêşiya bikaranîna mafê civîn û meşên xwepêşandanê werin rakirin.

* Divê sûcdariyên li dijî ciwanên ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên azadiya îfade û rêxistinbûnê hatine cezakirin werin betalkirin.

*Divê Qanûna bi Hejmara 3713an a li ser Têkoşîna li dijî Terorê were sererastkirin.

* Divê rêziknameyên ku Qanûna bi Hejmara 7418an ve hatine destnîşankirin, ku wekî Qanûna Dezenformasyonê tê zanîn, werin betalkirin û divê azadiya raman û çapemeniyê were misogerkirin.

* Divê Qanûna Perwerdehiya Bilind a bi Hejmara 2547an were sererastkirin da ku xweseriya zanîngehê nas bike û astengiyên li pêşiya rêxistinkirina klûb û komeleyên xwendekaran rake. Divê hilbijartinên Rektoriyê werin vegerandin û desteyên nûnertiya xwendekaran serbixwe bibin.

* Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemî astên perwerdehiyê de were misogerkirin.

* Divê bernameya Perwerdehiya Neteweyî were sererastkirin û dersên li ser aştiya civakî, jiyana hevbeş werin zêdekirin.

* Divê pratîka tayînkirina qeyiman a ji bo şaredariyan tavilê were bidawîkirin.

* Divê bernameyên entegrasyona civakî û rehabîlîtasyonê ji bo ciwanên ku çekên xwe danîne werin bicîhanîn. Mafê perwerdehiyê, vegera dibistanê, derfetên perwerdehiya pîşeyî û piştgiriya kar divê pêkhateyên sereke yên vê pêvajoyê bin.”

Piştî axaftinan rûniştina yekem a civînê bi dawî bû. Rûniştina 2an a civînê wê bi guhdarkirina saziyên jinan ve berdewam bike.

 

Etîket: Civîna Komîsyona MeclisêKomîsyona Xwîşk- BiratîSaziyên Ciwanan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Em di pêvajoya herî krîtîk de ne

Numan Kurtulmuş: Em di pêvajoya herî krîtîk de ne

4 KANÛN 2025
Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

4 KANÛN 2025
Komîsyon bi rojeva ‘çûyîna Îmraliyê’ civiya

Komîsyon bi rojeva ‘çûyîna Îmraliyê’ civiya

21 MIJDAR 2025
Civîna 17emîn a komisyona meclisê destpêkir

Civîna 17emîn a komisyona meclisê destpêkir

18 MIJDAR 2025
Civîna komîsyonê diyar bû

Civîna komîsyonê diyar bû

13 MIJDAR 2025
Civîna 15an a Komîsyona Meclisê dest pê kir

Civîna 15an a Komîsyona Meclisê dest pê kir

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (58)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne