Civîna di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erdogan de bi dawî bû. Hevdîtinê saetek û 25 deqîqeyan berdewam kiriye.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re civiyan. Civîn li Qesra Serokkomariyê pêk hat. Civîna ku saetek û 25 deqîqeyan berdewam kir bi dawî bû.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin jî di civînê de amade bûn.
DEM Partiyê ragihand ku dê di saetên pêş de têkildarî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav bike.