Civînên gel ên bi sernavê “Em ê bi perspektifa Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikevin” li tax û navçeyan berdewam dike. Şevê din li Navçeya Pasûr, Bismil û Erxeniyê Civinen gel hatin lidarxistin.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), civînên gel didomin. Civînên gel ên bi sernavê “Em ê bi Perspektifa Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikevin” her şev li tax û navçeyên gelek bajaran tên li darxistin. Şevê din jî li 3 navçeyên Amedê civîn hatin lidarxistin. Li Gundê Yayik ê navçeya Pasûrê, gundê Hîlanê yê navçeya Bismilê û gundê Zimegê yê navçeya Erxeniyê bi devlêbûna sedan kesan civînên gel hatin li dar xistin. Di civînan de pêvajo hat parvekirin û nirxandin û nerînên gel hatin girtin.