Enqere – Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Parêzer Ciwan Îso anî ziman ku di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe û wiha got: “Şandeyek ji Şamê ji bo vegera koçberan çûye Serêkaniyê û hevdîtin kirine. Dema vegerê nezelal e lê ez nebawer im dirêj bajo. Di demeke nêzîk de koçber dê vegerin.”
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de berdewam dike. Yek ji xalên peymanê ew e ku koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê vegerin cih û warên xwe. Di çarçoveya peymanê de li Efrînê ji koçberan 2 komên ku yek jê ji 400 malbatan û ya din jî ji 200 malbatan pêk dihat vegeriyan û xebata vegera koma 3yemîn jî tê kirin. Lê li Serêkaniyê û Girê Spî ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, koçber nikarin vegerin cih û warên xwe. Ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî jî danûstandin berdewam dikin.
Serêkaniya ku di sala 2019an de hat dagirkirin, nêzî 150 hezar welatî neçarî koçberiyê bûn. Welatiyên ku demek dirêj li Hesekê û Eyn Îsayê bûn, piştî êrişên 6ê Çileyê yên li ser herêmê careke din neçarî koçberiyê bûn. Welatiyên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişan 2 caran neçarî koçberiyê bûne, li bendê ne ku peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêk were û ew jî vegerin cih û warên xwe. Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Parêzer Ciwan Îso ku ji bo vegera koçberên Serêkaniyê di nava xebatan de ye, têkildarî mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Dibe ku di demeke nêzîk de koçber vegerin’
Ciwan Îso anî ziman ku ji ber gelek dewlet û derdor di mijara Sûriyeyê de cih digirin, gavên ji bo Peymana 29ê Çileyê bi derengî dikevin û wiha got: “Dewleta Tirk û dewletên din jî projeyên wan li herêmê hene. Astengî hem ji ber Hikûmeta Şamê û hem jî ji ber van dewletan pêk tê. Pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê vegera koçberan e. Heke koçber nikaribin vegerin aramî li Sûriyeyê pêk nayê. Yek ji xalên girîng ên peymanê jî vegera koçberan e. Ji bo Sûriyeyeke nû ku aramî tê de pêk were, divê koçber vegerin cih û warên xwe. Ji dagirkirina Serêkaniyê û vir ve li dijî welatiyan gelek binpêkirinên mafên mirovî pêk hatin. Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Serêkaniyê roleke mezin bilîze. Her tim dibêjin ’em Sûriyeyeke parçekirî naxwazin’ lê Serêkanî hê jî ne di bin kontrola Sûriyeyê de ye. Ji bo vegera koçberan nîqaşên baş tên kirin. Xebatek tê kirin. Lê dîroka vegerê hê nediyar e. Lê dibe ku di demeke nêzîk de koçber vegerin.”
‘Ji bo vegera koçberan hevdîtinên me berdewam dikin’
Li ser mijarê Ciwan Îso diyar kir ku wan herî dawî ji bo vegera koçberan bi berpirsê Asayîşa Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn re hevdîtin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li kampa koçberên Serêkaniyê lê dimînin hevdîtin pêk anî. Di wê hevdîtinê de nîqaşên berfireh hatin kirin. Li ser xalên ewlehiyê, ka rewşa Serêkaniyê ji bo vegera koçberan amade ye an na, me li ser van mijaran hevdîtin pêk anî. Gelek mijarên bi vî rengî hatin gotûbêjkirin. Birêz Siyamend Efrîn jî got ku gelek danûstandinên wan bi Şamê re hene ji bo vegera koçberan. Weke tê zanîn Serêkanî girêdayî parêzgeha Hesekê ye. Divê bi awayekî qanûnî Serêkanî di bin rêveberiya Hesekê de be. Birêz Siyamend Efrîn jî diyar kir ku di rojên pêşiya me de li ser erdê dê xebateke baş bê kirin. Hevdîtinên me her tim hene. Me gelek hevdîtin kirin û ji bo vegera koçberan bi gelek şandeyan re ketin nava danûstandinê. Koçber dê kengî vegerin, dema vegeriyan ewlehiya koçberan dê çawa be, li ser van mijaran nîqaş û hevdîtinên me berdewam dikin.”
Şandeyek ji Şamê ji bo vegera koçberan çû Serêkaniyê
Di berdewamiya axaftina xwe de Ciwan Îso da zanîn ku li nêzî 45 gundên Kurdan û taxên Kurdan, malên Kurdan hatine wêrankirin û wiha pê de çû: “Divê ew kesên li Serêkaniyê sûc kirine jî ji aliyê qanûnî ve bên cezakirin û ji bo vegera koçberan ewlehî pêk were. Koçberên Serêkaniyê teqez dê vegerin. Şandeyeke Şamê jî îro çû Serêkaniyê. Wê şandeyê bi rêveberên Serêkaniyê re hevdîtin jî kirin. Ew jî di çarçoveya vegera koçberan de bû. Ji bo wê jî ez nebawer im mijara vegerê dirêj bajo. Dema wê nezelal e lê dema wê nedirêj e jî. Mirov dikare bêje heta çend rojan dê vegerin. Vegera koçberên Serêkaniyê bi awayekî rûmet û ewle xeta me ya sor e.”
‘Tevî peymanê jî baregehên Tirkiyeyê hê li Serêkaniyê ne’
Ciwan Îso destnîşan kir ku baregehên dewleta Tirkiyeyê tevî Peymana 29ê Çileyê jî hê di Serêkaniyê de ne û axaftina xwe wiha domand: “Ew mijar jî tê nîqaşkirin. Hejmara wan kêm bûye. Lê Tirkiyeyê soz daye ku dê zextê li welatiyên vedigerin cih û warên xwe û welatiyên sivîl nekin. Ew komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê jî li Serêkaniyê kêm bûne. Wan komên çekdar malbatên xwe jî li wir bi cih kiribûn û dest danîbûn ser erd û malên xelkê. Yanî em dikarin bêjin tevahî mal û milkên koçberên Serêkaniyê di destê wan komên çekdar de bûn. Ji bo wê jî divê ew komên çekdar ji Serêkaniyê derkevin. Welatiyên Serêkaniyê; Kurd, Ereb û Tirkmen ferq nake divê di asayîşê de cih bigirin. Ji bo li Serêkaniyê aramî pêk were divê ew komên çekdar derkevin, rewşa leşkerî ya li Serêkaniyê bi dawî bibe û ew kesên ku li dijî welatiyan sûc kiribûn derbarê wan de lêpirsîn vebibe û bên cezakirin. Em jî weke parêzerên ji Serêkaniyê li ser vê yekê xebatan dikin. Her wiha malbatên ji derve anîne û li Serêkaniyê bi cih kirine jî divê ji wir derkevin û mal û milkên welatiyên Serêkaniyê radestî wan bikin.”
‘Di rêveberî û asayîşê de divê welatiyên Serêkaniyê cih bigirin’
Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Îso derbarê pergala rêveberiya Serêkaniyê de jî bi lêv kir ku Serêkanî dê girêdayî parêzgeha Hesekê be û wiha axivî: “Di çarçoveya peymanê de ji aliyê Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê ve sazî bi sazî gavên entegrasyonê tên avêtin. Li gorî peymanê li Serêkaniyê mafê zimanê Kurdî û mafên siyasî yên gelê Kurd jî dê bên naskirin. Şaredarî, rêveberiya bajêr û heta asayîş jî dê girêdayî parêzgeha Hesekê be û di saziyên wê de jî divê welatiyên Serêkaniyê bi xwe cih bigirin. Yanî li gorî peymanê divê welatiyên Serêkaniyê di asayîş û rêveberiyê de cih bigirin, ne kesên biyanî. Ji bo gelê me vegere cih û warên xwe jî danûstandinên me û xebatên me dê berdewam bikin.”















