Platforma Ciwanên Welatparêz, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya ‘Bi Rêberê azadiyê ber bir jiyana azad ve’ li Amedê meşek girseyî li dar dixin.
Platforma Ciwanên Welatparêz, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê dimeşin. Di meşê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, saziyên civakî beşdarî meşê bûn.
Girseyê bi pankartên “Ciwanên Welatparêz ber bi Rojê ve”, ”Bi hêza Rêbertî jin warê hêviyê ava dikin” û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bijî berxwedana zindanan” ji Pira Elîparê ber bi Ben û Senê dest bi meşê kir.
Meş bi berzkirina dirûşmeyan didome.