• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    ‘Kesên destên wan di şewitandina kon de hebûn hatin girtin’

    ‘Kesên destên wan di şewitandina kon de hebûn hatin girtin’

    Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

    Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

    Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

    Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    Agirê Newrozê li ODTUyê hilbû

    ‘Kesên destên wan di şewitandina kon de hebûn hatin girtin’

    ‘Kesên destên wan di şewitandina kon de hebûn hatin girtin’

    Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

    Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

    Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

    Îsraîl êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwan di rêya ciwanan de meşiyan Amarayê

Mehmet Alî Ertaş

5 NÎSAN 2025 - 15:32
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Ji Qada Şêx Seîd derketin rê û berê xwe dan Amarayê. Gorên pêşengan ziyaret kirin û soz dan ku têkoşîna wan gerdûnî bikin. Soz dan ciwanên pêşeng ku rêwîtiya wan her dem geş û zindî bikin. Slav ji xwediyê silavan re şandin. 

Meşvanên Amarayê li cihê cihê ku Şêx Seîd lê hat darvekirin kom bûn û ala pêşengê serhildanê dewir girtin. Ji qada Şêx Seîd derketin rê û berê xwe dan şopa ciwanên şoreşger û têkoşer. Ewil li Sêwêregê silav dan Mahmûd Zengîn, piştre derbasî Curnê Reş bûn û ala pêşengên ciwanan Cuma Tak, Salîh Kandal, Emîn Yavûz, Halîl Çavgun, Sûltan Yavuz, Hanim Kaya girtin û derbasî Pirsûsê bûn. Ji wir soz dan 33 ciwanên sosyalîst û berê xwe dan Amarayê.

Endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê hefteyek berê plan kirin ku dê ji 1ê Nîsanê heta 4ê Nîsanê ji Amedê heta Amarayê bimeşin. Ciwan bi boneya 76emîn salvegera 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin di 1ê Nîsanê de kom bûn. Ciwan ji çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin li Qada Şêx Seîd kom bûn û li vir daxuyanî dan. Ev der ji bo Kurdan cihekî dîrokî û bi wate ye. 100 sal berê Şêx Seîd û 46 helavên xwe di 29ê hezîrana 1925an de li Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Şêx Seîd û hevalên xwe ji bo mafê gelê kurd serî hildabûn, lê rayedarên dewletê ew darve kirin. Xwestibûn doza kurdan li vir darve bikin û rawestînin. 100 sal borîn, lê îro dîsa ciwanên Kurd li vê qadê kom bûn, ala pêşengên xwe dewir girtin û berê xwe dan Amarayê. Ciwanan doza 100 sal berê ya Şêx Seîd, di 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gihandin Amarayê. Bi doz û têkoşîna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kirin yek.

Ciwanên ku li qada Qada Şêx daxuyanî dan, berê xwe dan Sîweregê. Ewil gora Mahmûd Zengîn ziyaret kirin û soza têkoşînê dan wî. Piştre berê xwe dan Hîlvanê û gorên Cuma Tak, Salîh Kandal, Emîn Yavûz, Halîl Çavgun, Sûltan Yavuz, Hanim Kaya, Fîdan Kaya û Berfîn Yetkîn ziyaret kirin û ala wan hilgirtin. Li navçeya Pirsûsê jî 33 ciwanên enternasyonalîst ên di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin û soza gerdûnîbûnê dan wan. Ciwanan piştre berê xwe dan gora Mustafa Dag û li vir Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglan bibîr anîn. Li vir jî soz dan wan ku dê meşa Rêwîtiya Rojê ya ber bi Amarayê ve berdewam bikin û her dem mayînde bikin. Piştre li Xalfetiyê bûn mêvan û roja 4ê Nîsanê berê xwe dan Amarayê.

Ciwan dema di 1ê Nîsanê de ji Amedê derketin rê zêdeyî 100 kesan bûn. Piştî gihiştin Sêwêregê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û hejmar li xwe zêde kirin. Piştî şevekê li Sêwêregê bûn mêvan, roja 2ê Nîsanê gorên ciwanên pêşengên ziyaret kirin û bi komeke mezintir berê xwe dan navçeya Curnê Reş (Hîlvan). Li vir bêtir bi girseyî hatin pêşwazîekirin. Li vir jî ewil çûn ser gorên ciwanên pêşengên Tevgera Azadiyê. Li vir jî peyama “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî berdewam bikin” dan. Meşvanên ciwan ên Amarayê gotin: “45 sal berê we bi komekê rê li pêşiya me vekir. Lê îro em bûn bi hezaran û em di vê rêya we de dimeşin” û soza berdewama têkoşînê dan Cuma Tak, Salîh Kandal, Emîn Yavûz, Halîl Çavgun, Sûltan Yavuz, Hanim Kaya. Ciwanan piştî vê sozê berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Vê carê bi hêjmareke hîn mezinter derketin rêya Pirsûsê. Ciwan dema gihiştin navçeya Pirsûsê bêtir bi girseyî û bi coş hatin pêşwazîkirin. Ewil çûn Navenda Çanda Amara ku 33 ciwanên sosyalîst ku di êrîşa DAIŞê de hatibûn kuştin ziyaret kirin. Li vir anîn ziman ku ewê xwe û ciwanên Tirkiyeyê bi rêxistin bikin û ala hemû ciwanên sosyalîst hilgirin ser milê xwe û berê xwe bidin gundê Rojê. Ciwan di roja 3ê Nîsanê de ji Pirsûsê berê xwe dan Xalfetiyê û tevî hemû astengiyan xwe gihandin Xalfetiyê. Tevî êrîşa leşkeran jî bend û astengiyên leşkeran derbas kirin û ketin rê. Li vir peyama “Hûn çiqas bend û barîkatan dînin jî, hûn çiqas êrîş bikin jî hûn nikarin rêwîtiya me ya azadiyê rawestînin. Hûn nikarin bendan di navbera me û Roja mede ava bikin” dan rayedarên dewletê. Ciwan piştî gihiştin Xalfetiyê bi meşaleyan û govendê hatin pêşwazîkirin. Bi nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşwazîkirin. Bi silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşwazîkirin.

Rêber Abdullah Ocalan ciwan silav kirin

Ciwanan li vir nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û slavên xwe şandin ji xwediyê silavê re. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de peyama; “Meha Nîsanê ji bo min Ronesansek e. Zayînek ji nû ve ye. Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşandina ber bi azadiyê ve, bi wate ye. Ez diçûm ku min xwe bi rêxistin dikir. Gava ez diçûm dibistanê komek min a ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakbûyîn bi vî awayî çêdibe. Ji zaroktiya xwe heya niha ez vî tiştî dikim. Sosyalîzm, civak e. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîn e. Li Kurdîstanê jî pêwîste bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin. Navê wê siyaseta civakî û sosyalîst e. Ev jî bi rêxistinkirinê dibe. Rêxistinî, karê herî girîng e. Heger hûn nekin, ez ê bi tunî rexne bikim. Ji bo wê (jî) li her derê pêwiste hûn xwe rêxistin bikin. Her derê (jî) rêxistin bikin. Piştgiriya xebatên we dikim, silavên xwe ji we re dişînim.” ji ciwanan re şand û xwest ciwan bêtir xwe û dora xwe bi rêxistin bikin.

Ciwanan li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Bijî Serok Apo”,”Rojbûna te pîroz be ey Serok” peyama Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kirin û girêdana xwe ya Abdullah Ocalan anîn ziman. Ciwanên ku ji Amedê heta Xalfetiyê hatin her ku gund û navçe derbas kirin hêjmara wan zêde bû. Her ku gund û navçe derbas kirin coş û kelecana wan zêde bû. Piştî gihiştin Xalfetiyê gihiştin hezaran û bi hezaran li Parka 4ê Nîsanê beşdarî mihrîcanê bûn. Ciwanên ku tevî girseyê heta nîvê şevê govend gerandin, di roja 4ê Nîsanê berê xwe dan Amarayê. Ciwan li gel hezaran welatiyan ketin rêya Amarayê û li Amarayê 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşa herî zêde pîroz kirin. Li vir jî posterê herî mezin ê Rêber Abdullah Ocalan vekirin û destnişan kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna ciwanan û gelê Kurd e. Destnîşan kirin ku rêwîtiya ku 76 sal berê li Amareyê dest pê kir, di pêşengiya cwianan de berdewam dike û ciwan dê bi rêxistinkirinê vê rêwîtiyê gerdûnî bikin.

 

Etîket: Abdullah Ocalanamaraciwanmeşa AmaraPirsûsXalfetî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kalkan: Gerek qanûnê entegrasyonê demokratîkî vejîyê

Duran Kalkan: Kurd ne leşkerê tu hêzî ne, divê gelê Rojhilat parastinê xurt bike

12 ADAR 2026
Çelîk: Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn

Çelîk: Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn

11 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

10 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

10 ADAR 2026
Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (470)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne