Ciwanên welatparêz ji bo piştgiriya berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li navçeya Sûrê ya Amedê derketin kolanan.
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ku Tirkiye piştigiriya wan dike ji 6ê çileyê ve bi dijwarî êrîşî ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê û jin û zarok di nav de gelek sivîl kuştin. Ciwanên welatparêz ên Amedê ji bo piştgiriya berxwedana li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê li navçeya Sûrê ya Amedê derketin kolanan û bênavber dirûşmeyên” Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.














