Rêxistinên ciwanan li dijî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Enqereyê meşiyan. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî wekheviya gelan” bertek nîşanî êrîşan dan.
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê li dijî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşiyan. Ciwanan pankarta li ser, “Parastina Rojava israra mirovbûnê ye” vekirin li kolana Kenedy a navçeya Çankayayê ya Enqereyê dest bi meşê kirin. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan”, “Kujer Colanî hevkar AKP” û “Bijî berxwedana gelan” heta kolana Ataturk meşiyan. Ciwanan rêya kolanê ji trafÎkê re girtin û bang li raya giştî, sosyalîst û demokratan kirin ku xwedî li Rojava derbikevin.
Piştî meşê ciwan belav bûn.














