Li Îranê tevî qutkirina înternetê jî li Tehranê bi sedhezaran kes daketin kolanê û xwepêşandan li dar xistin. Ciwanên Kurd li dijî êrîşên rejîma Îranê xweparastina rewa dikin.
Serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Polîsên rejîma Îranê li dijî serhildana gel li Kirmaşanê dest bi bikaranîna çekan kirin. Ciwanên Kurd bi xweparastina rewa bersiv dan êrîşa polîsan.
Bi sedan hezar kes li Meydana Tehranê kolanan terk nakin. Bi sedan hezar kes tevî qutbûna înternetê û pirsgirêkên ragihandinê li meydanê ne.
Xwepêşandanên ku bi girseyî tê lidarxistin yek jê Îsfahan e. Xwepêşandaran saziyên rejîmê şewitandin.
Bi hezaran kes li Keraj, Vîlaya Dehgan û navçeya Şehîd Beheştî daketin kolanan û çalakî li dar xistin.













