Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Çiya Kobanî (Hecî Mihemed Nebo) wek fermî dest bi peywira xwe ya Cîgiriya Fermandariya Firqeya 60an kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê bi awayeke fermî dest bi erka xwe kirinê ya Çiya Kobanî daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê de, Endamê Fermandariya me ya Giştî yê QSD Çiya Kobanî (Hecî Mihemed Nebo) wek fermî dest bi peywira xwe ya Cîgiriya Fermandariya Firqeya 60an kir.
Çarçoveya entegrasyonê
HSDê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev gav di çarçoveya pêkanîna entegrasyonê de hatiye pêkanîn û wiha pê de çû: “Ev tevger di çarçoveya birêxistinkirina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên QSDê di sazûmaniya parastina Sûriyeyê de pêk tê. Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike û asta performansa li hember pirsgirêkên ewlehiyê zêde bike. Di heman demê de teqeziyê li ser vê dikin ku parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên pêşîn in.”







