Wan – Başûrê Kurdistanê piştî salên 90î Newroz ji aliyê siyasî zêdetir bi aliyê kevnarî, dîplomatîk û geştiyarî ve derdikeve pêş. Lê ligel vê guherînê jî Newroz li Başûrê Kurdistanê wekî nîşaneya raperîn, berxwedan û têkoşînê wekî mertalek zindî di çand û jiyana civakê de hebûna xwe diparêze. Her wiha li Başûr sal bi sal aboriyek Newrozê jî çê dibe û bi hezaran kesên ji bo geştiyariyê tên hawirek bazirgeniyê diafirînin.
Newroz li Başûrê Kurdistanê piştî salên 90î bi demê re derbasî qonaxeke nû bû. Di nav gel de zêdetir aliyê geştiyarî û di nav burokrosiyê de jî aliyê dîplomasiyê derdikeve pêş. Êdî agirê Newrozê ne tenê sembola hatina biharê ye. Di heman demê de nîşaneyek ku aborî, moda û dîplomasiya herêmê di bin sîwana xwe de dicivîne. Newroza berê zêdetir li dijî rejîma Baasê û parastina azadiya nûhatî dihatin dîtin, îro Newroz veguheriye ‘cejnek fermenî’ ku saziyên hikûmetê bi rêve dibin û dîplomatên biyanî ji bo nîşandana îstîkrara herêmê tê de amade dibin. Ev guherîn xwe di her qadê de nîşan dide. Ji agirê Akrê ku niha wekî “Festîvala Meşaleyan” di asta cîhanî de tê naskirin heta derketina “Pîşesaziya Modaya Kurdî” ku cil û bergên bi nexşên giran û sêwirandinên modern guherîn di her astê de dixuye.
Newroz îro di heman demê de dergehek aborî yê bi hezaran geştiyaran dikişîne herêmê ye. Ji kevneşopiyên wekî Kosegelî û Sifreya Heft Sîn heta konserên bi teknolojiya bilind, Newrozên Başûr wekî têkeliyek mîtolojiya kevin û modernîzmê teşe digire.
Mitolojî, kevneşopî û raperîna di rûhê Newrozê de
Di pîrozbahiyên Newrozên Başûrê Kurdistanê de li hin bajar û herêman çend tiştên sembolîk hene ku yek ji wan Kosegelî ye. Kosegelî mizgîniya biharê ye. Li gundewarên Silêmanî û Raperînê, şanoyeke gelêrî ye. Ciwanek cil û bergan li xwe dike û dibe ‘Kose’. Ew mal bi mal digere, bi henek û lîstikan zivistanê diqewitîne û hatina biharê pîroz dike. Her wiha Sifreya Heft Sîn heye ku wateya wê wekî bereketa malê ye. Ev jî li herêma Helebce û Hewramanê pêk tê. Malbat sifreyeke taybet amade dikin. Li ser vê sifreyê heft tiştên ku bi tîpa ‘S’ dest pê dikin hene ku ev semenî, sincî, sîr, sêv, sîrk, simaq û sebzeyê hêşîn e. Her tiştek sembola tenduristî, bereket û hêviyê ye. Ji bilî van heft ‘S’yan, bi gelemperî ev tişt jî li ser sifreyê têne danîn. Neynik ku sembola ronahî û rastiyê ye. Qur’an an pirtûkeke helbestan wekî sembola ruhanî, masiya sor wekî sembola jiyan û herikîna demê, nergiz an kulîlk wekî sembola biharê li sifreyê tên zêdekirin.
Newroz ruhê raperînê ye
Ji bo xelkê Başûr, Newroz ne tenê cejna biharê ye. Di heman demê de salvegera Raperîna 1991ê ye. Anku ruhê raperînê û agirê azadiyê ye. Rizgarkirina bajarê Kerkûkê ku ket roja Newrozê, di hişê gel de wekî “Agirê Serkeftinê” cih girtiye. Di çanda gelê Başûrê Kurdistanê de Newroz ligel hemû bandor û guherînan jî aliyê xwe yê berxwedan û têkoşînê diparêze. Wekî mertalek parastinê bi taybetî di salên dawî de li gelek deveran cardin bi aliyê xwe yê siyasî ve jî derdikeve pêş.
Sembola berxwedanê bûye nîşana statuyê
Di pirozbahiyên Newrozên başurê Kurdistanê de guherîna siyasî ya herî mezin bi destxistina statuya herêmî re girêdayî ye. Salên 90î ku serdema piştî serhildanê ye di vê demê de Newroz zêdetir wekî serkeftina li dijî rejîma Baasê û sembola azadiya nûhatî dihat dîtin. Pîrozbahî hîn bi ruhê raperîn û serhildanê tije bûn û peyamên siyasî bêtir li ser parastina destkeftiyan bûn. Piştî 2003yan Newroz êdî di aliyê siyasetê ve vegerî prosedûrek fermî û dîplomatîk. Guherîna sereke ev e ku sazî û wezaretên hikûmetê bi awayekî organîze pîrozbahiyan birêve dibin. Newroz êdî wekî amûreke îplomasiya çandî tê bikaranîn; mêvanên biyanî, konsolos û dîplomat bi fermî beşdar dibin da ku îstîkrara herêmê nîşan bidin.

Kevneşopiya sade guheriye modernîzma global
Li Başurê Kurdistanê di nava salan de şêwaz û rengê pîrozbahiyên Newrozê bi temamî nûjen bûye. Di qada huner û muzîkê de tê ditin ku berê Newroz bi klamên folklorîk û govendên li dora agirekî sade dihat pîroz kirin. Lê belê îro li bajarên wekî Hewlêr û Silêmaniyê konsertên mezin ên bi teknolojiyeke bilind wekî ronahiyên lazer, sîstemên deng ên modern tên amadekirin. Agirê Newrozê ku berê li her gundekî dihat vêxistin, niha li bajarê Akrê veguheriye Festîvala Meşaleyan. Ev dîmen êdî di asta cîhanî de wekî nîşaneya Newrozên Başûrê Kurdistanê tê naskirin. Agirê Akrê bûye marqeyeke Kurdistanî. Her wiha guherîneke mezin li ser cil û bergên Kurdî çêbûye. Berê qumaşên sade û cilên rojane yên gundewarî hebûn, lê niha Pîşesaziya Modaya Kurdî derketiye pêş. Kincên bi nexşên giran, zêrîn û sêwirandinên modern bûne perçeyek ji dîtbariya nûçeyên Newrozê.
Seyranên malbatî û turîzma girseyi
Li başurê Kurdistanê pîrozbahiyan Newrozê ji aliyê aborî û turîzmê ve pir guheriye. Di salên 90î de mirov tenê bi malbatî derdiketin seyranê. Lê belê îro Newroz bûye motoreke aborî. Bi hezaran geştiyar ji Bexda, Besra û welatên cîran tên Başûrê Kurdistanê. Otêl, xwaringeh û bazar di vê demê de pirr qezenc dikin. Her wiha tê ditîn ku berê Newroz di bîra mirovan û di albûmên wêneyan de dima. Îro Newroz ji bo nîşandana li ser medyaya civakî tê amadekirin. Ev yek bûye sedem ku mirov bêtir giringiyê bidin estetîka dîtbarî û cilên xweş. Lê belê her çend pîrozbahiyên bajêr hebin jî, guherîneke civakî ya din ew e ku çandekî kampkirinê jî derketiye holê. Malbat bi rojan li çiya û deştan dimînin, ku ev yek şêwazê jiyana modern û vegera ber bi xwezayê ve nîşan dide.
Sibê: Li Rojava Newroz dilsozî û berxwedan e














