Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê daxuyand ku çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ya ku dê 12ê Adarê pêk bihata taloq bû.
Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbay derbarê çûyîna koçberan de agahî da. Meclîsê diyar kir ku koma duyemîn a koçberên Efrînê dê di 12’ê Adarê de vegerin Efrînê. Dê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegeriyana. Lê îro çûyîna koçberan hat taloqkirin.
Li ser sedemên taloqkirina çûyînê agahî nehat girtin.
Koma yekemîn a koçberan di 9ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10ê Adarê gihîşt Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihîştin warê xwe.












