• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Endamên YYU-KURDÎ: Cil û bergên Kurdî ji bo me remza yekîtî û serbilindî ye

Daristan Pala / AW

11 ADAR 2026 - 08:29
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Wan – Endamên Koma Xwendekaran ya YYU-KURDÎyê bal kişandin ser 10 Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî û gotin: “Hebûna me bi çanda me ve girêdayî ye. Em bi çanda xwe serbilind in, ji ber vê yekê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye.”

Roja 10ê Adarê ya Roja Cil û Bergên Kurdî, di van salên dawî de bûye rojeke girîng ku Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi lixwekirina kincên xwe yên neteweyî pîroz dikin. Ev roj cara yekem di sala 2010an de hat eşkerekirin. Lê belê, di nav gel de û bi taybetî di saziyên perwerdehiyê de, ji sala 2012an û vir ve bi awayekî fermî û berfirehtir tê pîrozkirin.

Roja Cil û Bergên Kurdî bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Wezareta Perwerdehiyê) bi armanca parastina çand û reseniyê, nasandina kincên Kurdî ji nifşên nû re û nîşandana dewlemendiya çanda Kurdî hat îlankirin.
Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zaningeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU-KURDÎ) li Ofîsa Ciwanan a zaningehê 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir.

Endamên YYÛ KURDÎyê Elî Akin û Dîjle Ozdîl ku tevî pîrozbahiyê bûn ji ajansa me re axivîn.

Elî Akin bal kişand ser wateya 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî û got: “Ziman, çand û hunera Kurdî wateya hebûna gelê Kurd e. Hewce ye em xwedî li van nirxên xwe derkevin. Ne tenê di rojên taybet de, divê em di nav jiyana rojane de jî xwedî li vê çandê derkevin. Hebûna me bi çanda me ve girêdayî ye.”

‘Divê her Kurd xwedî li çanda xwe derkeve’

Elî Akin diyar kir ku cil û bergên Kurdî baweriyeke dîroka Kurdan e û axiftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku di dîrokê de gelê Kurd bi van cil û bergan hat naskirin, hewce ye ku her Kurd di nav jiyanê de xwedî li ziman, çand û cil û bergên xwe derkeve. Ev nirxên me ne, hebûna me li ser van e û wateya cil û bergên Kurdî ji bo me gelek zêde ye.”

‘Roja cil û bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye’

Endama YYU-KURDÎyê Dîjle Ozdîl anî ziman ku 10ê Adarê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo wan xwedî wateyeke gelekî mezin e û wiha got: “Ev roj nîşana dîrok, çand û nasnameya gelê Kurd e. Ev cil ne tenê kinc in, ew di heman demê de dîrok û kevneşopiya me nîşan didin. Bi vê rojê em dixwazin çanda xwe biparêzin, nasnameya xwe bidomînin û nîşan bidin. Em bi çanda xwe serbilind in, ji ber vê yekê Roja Cil û Bergên Kurdî ji bo me yekîtî û serbilindî ye.”

Etîket: Roja Cil û Bergen KurdîYYU-KURDÎZanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

10 ADAR 2026
Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

19 SIBAT 2026
Bajarê Kevn ê Wanê ev 4 sal in tê kolandin

Bajarê Kevn ê Wanê ev 4 sal in tê kolandin

7 SIBAT 2026
YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

YYU-KURDÎ: Armanca me parastina Kurdî ye

4 KANÛN 2025
Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

Gelek xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin binçavkirin

19 MIJDAR 2025
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê rêzeçalakî: Bila faîl bên cezakirin

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê rêzeçalakî: Bila faîl bên cezakirin

13 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (592)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne