Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “gef li Serokkomar xwariye” 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li Cemîl Taşkesen hate birîn. Taşkesen bi gotina xwe ya “Ev der Kurdistan e” ku nerazîbûn nîşanî Meral Akşener dabû, tê nasîn.
Goristana endamên PKKê ya li Herêma Herekolê di sala 2014an de bi kemçeyan hatibû rûxandein. Cemal Taşkesen ku tevî welatiyan çûbû herêmê, rûxandina li goristanê kişandibû û li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, derheqê Taşkesen de bi îdiaya “Gefa li dijî Serokkomar” doz hate vekirin. Doz, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate lidarxistin. Dadgehê di sala 2023yan de ango 9 sal piştre 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li Taşkesen birî.
Taşkesen li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da. 9emîn Daîreya Cezayan Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bi îdiaya “sûc neguher e” ev serlêdan red kir. Li ser vê yekê cezayê Taşkesen hate erêkirin.
‘Ev der Kurdistan e’
Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener di 29ê Cotmeha 2021an de çû navçeya Misircê ya Sêrtê. Di dema serdana dikandaran de Cemîl Taşkesen nerazîbûn nîşanî Akşener dabû û gotibû, “Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin” û bi vê gotina xwe bûbû rojev.
‘Têkoşîna me ya Kurdistanê dê bidome’
Taşkesen got ku ji ber vê îfadeyê li Edliyeya Misircê îfade daye û got: “Bi vê yekê re îfadeya min a di sala 2014an de dîsa derxistin pêşberî min. Di sala 2025an de ji dosyeya 2014an 4 sal û 2 meh cezayê hepsê dan. Ev, biryarekî hiqûqî nîn e. Çi dibe bila bibe dê têkoşîna me ya Kurdistanî bidome.”







