Li Cizîrê 3 kesên ku vê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li taxa Banê Senefîs a navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibehê polîsan di serdagirtina malan de welatî Engîn Baydemîr, Murat Başkurt û Mustafa Yaşar binçav kirin. Piştî kar û barên midûriyeta polîsan, ew sewqî Edliyeyê Cizîrê kirin.
Dadgehê jî piştî li îfadeya wan guhdar kir, der barê 3 kesan de biryara girtinê da. Şandeya dadgehê piştî biryara girtinê da 3 kes şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.