Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku dadgeha rejîma Îranê welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Nexed bi tometa ‘propagandaya li dijî desthilatê’ cezayê 18 mehan yê girtîgehê lê birî.
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve bi tometa ‘endamtiya komek dijberên Îranê û propagandaya li dijî desthilatê’ cezayê 18 meh girtîgehê li welatiyek Kurd yê bi navê Selam Azer yê xelkê Nexede ye birî. Selam Azer di cotmeha 2024an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.