Wan – Hevşaredar Neslîhan Şedalê di 15ê Sibata 2025an de ji ber tayînkirina qeyim gelê Wanê gazî şaredariyê kiribû. Danişîna doza ku bi hinceta “gel sor kiriye” li Şedalê hatibû vekirin, hat lidarxistin. Dadgehê doz taloqî 4ê Kanûnê kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyim tayînî şûna wê hate kirin, di 15ê Sibatê de ji ber tayînkirina qeyim axaftinek kiribû û di nav axaftina xwe de gelê Wanê jî gazî şaredariyê kiribû. Li ser vê yekê bi hinceta “gel sor kiriye” doz li Şedalê hatibû vekirin. Danişîna ewil ya doza Neslîhan Şedalê li 10emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Wanê hat lidarxistin. Di danişînê de Hevşaredar Neslîhan Şedal û parêzera wê Mehtap Işik amade bûn û Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Leyla Çelik û Delîl Unvercan, Hevşaredara Payîzavayê Mûkaddes Karakoç, Hevşaredarên Tûşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzerên girêdayî baroyê tev li danişînê bûn.
‘Gotinên min di çarçoveya azadiya ramanê de ne’
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Hevşaredar Neslîhan Şedal, parastina xwe kir û da zanîn ku ew weke hevşaredara ku ji aliyê gelê Wanê ve bi rêjeya ji sedî 56ê dengan hatiye hilbijartin diaxive û got: “Weke hevşaredara hilbijartî ya gelê Wanê, kiryar û daxuyaniyên me rexneyek li polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlekirina gelê Kurd ên bi sedsalan e. Ev gotinên min li dijî vê hişmendiyê ne ku îradeya gel paşguh dike. Kombûna gel a li ber şaredariyê ne ji ber bangên me, lê ji ber xetimandinên pêvajoyên siyasî bû. Ji ber ku siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ne, raya giştî li hember van pêkanînan bertek nîşan da. Ne gotinên me, lê xetimîna siyasetê bû sedem ku gel derkeve kolanan. Tayînkirina qeyiman pratîkên desteserkirina vîna gel e. Em van pêkanînan qebûl nakin. Gotinên min daxuyaniyên siyasî ne ku di çarçoveya azadiya ramanê de têne kirin. Ez beraeta xwe dixwazim.”
‘Divê dadgeh azadiya xweîfadekirinê li ber çavan bigire’
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî di danişînê de mafê axaftinê wergirt û got: “Darizandina daxuyaniyên muwekîlê min ên bi hinceta ‘sorkirina gel” ne tenê kiryarek neqanûnî ye, lê di heman demê de destwerdana rasterast a mafê hevşaredar ê diyarkirina siyasetê û tespîtên wê ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku dadgeha we ya rêzdar divê li vir bike ew e ku azadiya xweîfadekirinê li ber çavan bigire û li ser bingeha prensîbên qanûnî yên gerdûnî biryarek bide. Ev biryar ji bo raya giştî jî girîngiyek mezin dihewîne.”
‘Daxûyaniyên weke sûc hatine nîşandan rexneyên siyasî ne’
Parêzera Neslîhan Şedalê Mehtap Işikê jî diyar kir ku divê daxuyaniyên muwekîla wê di çarçoveya azadiya ramanê de werin nirxandin û anî ziman ku daxuyaniyên ku di îdianameyê de weke hêmanên sûc hatine nîşandan rexneyên siyasî ne. Mehtap Işik, wiha domand: “Daxuyaniyên muwekîla min polîtîka û pêkanînên qeyûman ên hikûmeta AKPê hedef girtin. AKP partiyeke siyasî ye û dikare were rexnekirin. Muwekîla min ti beşek ji civakê hedef negirtiye. Rexneyên li desthilatdariya siyasî dikarin bi gotinên herî dijwar werin kirin; ev ne sûc e. Birina her rexneyekê bo dadgehê qada ramana demokratîk teng dike. Ji ber vê yekê, em beraetê dixwazin.”
Piştî parastinan dadgehê, doz taloqî 4ê Kanûnê kir.