Di doza alîgirên DAIŞê yên di çalakiyên Kobanê yên 6-8ê Cotmehê de li Kerboranê Bîlal Gezer û Sînan Toprak kuştin de dozger xwest bersûc bên girtin lê şandeya dadgehê bêyî sedemekê nîşan bide ev daxwaz red kir.
Di 7ê Cotmeha 2014an dema çalakiyên protestoyî yên Kobanê didomiyan de welatiyên bi navên Bîlal Gezer û Sînan Toprak ji hêla alîgirên DAIŞê ve li Kerboran a Mêrdînê hatin qetilkirin û Veysî Demîr jî birîndar bû. Doz, piştî 12 salan hate vekirin û danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê hat dîtin.
Bersûcên dozê ji sûcên “kuştina biqesdî” û “birîndarkirina biqesdî” tên darizandin. Bersûcên dozê Serokê Ravza-Derê û melayê kadro yê Miftîtiya Kerboranê yê wê demê Kadrî Şengul û kurê wî Mûsab Şengul ku xebatkarê miftîtiyê ye, namzetê şaredariyê yê HUDA-PARê û serokê navçeyê Abdurrahman Sayhan, endamê HUDA-PARê Reşît Vural û Ziya Sayhan di danişînê de amade bûn.
Endamên malbata Gezer û Toprak jî di danişînê de amade bûn. Beriya danişînê li derdora edliyeyê gelek polîs hatin bicihkirin û rêveberiyên HUDA-PARê yên bajar û navçeyê jî danişîn şopandin. Parêzerên aliyan jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Xizmê Abdurrahman Sayhan ê bi navê Suleyman Karanfîl ku di dema bûyerê de çeka bê rûxset li ser hatibû girtin weke şahid lê hate guhdarîkirin. Karanfîl got ku çek ji dikana Abdurrahman Sayhan girtiye. Suleyman Karanfîl îdia kir ku trafîka telefonê ya piştî bûyerê tenê ji bo pirsîna rewşa hev kiriye. Karanfîl îdia kir ku hevdîtinên telefonê yên bi Ziya Sayhan re kirî nayên bîra wî.
Bersûc bi polîsên girtek îmze kirin re li ser telefonê axiviye
Bersûc Abdurrahman Seyhan jî got ku endamê Ravza-Derê ye, piştî binçavkirinê polîsan bêyî îmajên telefonên wan bigirin teslîmkirine. Seyhan anî ziman ku bi polîsên girtekên lêpirsînê îmze kirin re li ser telefonê axiviye lê naveroka wê nayê bîra wî. Seyhan, îdia kir ku ji bo guherandina îfadeyên şahidan bi kekê Veysî Demîr Mehmet Şîrîn Demîr re hevdîtin nekiriye lê bi bavê Sînan Toprak Tefîk Toprak hevdîtin kiriye.
Bersûc Kadrî Şengul jî got ku dema îfadeyên wan ên der heqê bûyerê de hatin girtin telefonên wan nehatine lêkolînkirin. Kadîr Şengul, îdia kir ku malbata Gezer bi hevpeyvînên bi çapemeniyê re ew hedef nîşan dane. Bersûc Reşît Vural jî li dijî pirsa “tu çima çûyî Afganistanê?” mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Serokê dadgehê bi îdiaya ku jiyana wî ya taybet e ev mafê bêdengbûnê qebûl kir. Bersûc Ziya Sayhan jî diyar kir ku piştî bûyerê li Konyayê gazî îfadeyê hatiye kirin, nayê bîra wî ka kengî bang lê hatiye kirin lê biqasî 1-2 meh ser re derbas bûbû. Ziya Sayhan got ku tu mînakên xwîn, tifik û şopên tiliyan nehatine girtin.
‘Polîs bi xwe bersûcan diparêzin’
Bersûcan, gelek pirs bi gotina “nayê bîra min” bêbersiv hişt. Xwişka Bîla Gezer, Asya Gezerê got ku gotinên bersûcan hev nagirin û ev 12 sal in mexdûr in. Gezer, got ku tevî 2 kes hatine kuştin jî ev 12 sal in tu kes nehatiye girtin. Bavê Gezer Yûsûf Gezer jî tiştên qewimîn vegot, anî ziman ku bersûc endamên HUDA-PARê ne, bersûcên tev li bûyerê bûn li Êlihê mehekê ji hêla HUDA-PARê ve hatine parastin.
‘Tevî delîlan jî tu kes nehate girtin’
Birayê Bîlal Gezer Mehmet Emîn Gezer jî got ku ev 12 sal in edalet bicih nehatiye, wan hêj şîna xwe nedanîne û ev tişt anî ziman: “Piştî 12 salan doz hate vekirin û hindik jî be ji bo edaletê hêviya me çêbû. Di dema bûyerên Kobanê de her kes dizane ka kî derketine kolanan, kîjan endamên hîzbulşeytanê (hîzbullah) li kolanan bûn. Gelek kesan ev dîtin lê ji ber ji hîzbullahê ditirsin nayên îfadeyê. Her kes dizane ku kesê di dîmenan de Reşît Vural e. Gelek kesên di roja bûyerê de Reşît bi çeka lûledirêj dîtin hene. Tevî ku delîl hene jî kesek nehatiye girtin. Ji bo baweriya me bi edaletê were, divê kesên delîlên şênber li ser hene bên girtin.”
‘Bersûc zextê li şahidan dikin’
Bavê Sînan Toprak, Tefîk Toprak jî anî ziman ku kurê wî bi alçaxî hatiye qetilkirin û wiha pê de çû: “Psîkolojiya min xera bû. Piştî 12 salan îdianame hate amadekirin. Divê ev bûyer were zelalkirin. Îfadeyên şahidan li holê ne. Şahid Veysî Demîr. Birayê Mehmet Şîrîn Demîr e, birayê wî bûyer dîtiye û vegot. Du roj beriya danişîna berê bersûc hatin cem Mehmet Şîrîn Demîr û ji bo birayê wî îfadeya xwe biguherîne zext lê kirin. Reşît Vural kurê min kuşt. Kurê min destê xwe bilind kir û got ‘ez bêçêk im lê dîsa jî Reşît Vural ew kuşt. Kurê min ev 12 sal in di gorê de ye lê kujerên wî bi rehetî li derve digerin. Ma ev edalet e?”
Dayik Toprak ji ser hişê xwe çû
Dayika Sînan Toprak, Kadriye Toprak dema tiştên di 12 salan de jiyayî vedigot giriya û got: “Êdî bes e bila edalet bicih bê.” Di vê navberê de li ser kursiya şahidan ser hişê xwe çû. Şandeya dadgehê navber da danişînê. Xebatkarên tenduristiyê mudaxileyî Kadriye Toprakê kirin û gotin tansiyona wê ketiye.
‘Abdurrahman Sayhan gule li min barand’
Selîm Korkmaz ê weke şahid lê hate guhdarîkirin jî wiha behsa roja bûyerê kir: “Abdurrahman Seyhan di roja bûyerê de li pêşiya mala min gule li min barand û çêr kir. Piştî bûyerê Korkmaz ji cihê bûyerê reviya, xwe veşart û wisa rizgar bû.”
‘Heke telefona bersûcekî bihata desteserkirin, dê bûyer ronî bûbûya’
Parêzerê malbata Gezer û Toprakê Ahmet Arikan jî got: “Ev 12 sal in lêpirsîn bi awayekî ‘nepen tê domandin. Ji bo rastiya madî derkeve holê em dixwazin bersûc cuda cuda bên girtin. Kesê di dîmenan de xuya dike Reşît Vural e û rapora ATKê ya di vê mijarê de hêj nehatiye amadekirin. Ev, kêmasiyeke mezin e. Heta ev rapor neyê, pêşkeşkirina mutalaayê ya dozger rast nîne.” Yek ji parêzerên din ên malbatê Kenan Maçoglû jî diyar kir ku bersûcan bi polîsên girtekên bûyerê îmze kirine re hevdîtin kirine û agahiyên hevnegirtî didin. Maçoglû, diyar kir ku li malên bersûcan çekên hatine veşartin hatine dîtin lê telefona tu bersûcekî nehatiye desteserkirin. Maçaoglû, wiha domand: “Belkî heke telefona bersûcekî bihata desteserkirin, dê bûyer ronî bûbûya. Bersûcan gelek caran bi polîsan re hevdîtin kirine. Divê li van polîsan were guhdarîkirin. Heke dozgerî di vê qonaxê de mutalaayê bide dê ev rast nebe. Li Kerboranê her kes ditirse lewma îfadeyan nadin. Ciwan hene, dibêjin qey ji ber tevlibûna çalakiyan dê werin girtin. Heke bersûc werin girtin dê îfadeyê bidin. Dibêjin ku bersûc tên parastin. Bersûcên çûn Efxanistanê hene. Heta niha min nedîtiye kesek ji bo kar çûbe Efxanistanê. Lê yên ji bo perwerdeya cîhadê diçin pir in. Reşît Vural çûye Afganistanê lê têkildarî mijarê mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar tîne. Bersûcan, bi îdiaya ku dê li dijî Ravza-Derê êriş çêbibe, di navbera xwe de kes peywirdar kirine. Li holê du cînayet hene lê bersûc îdia dikin ku ji ber baweriya xwe hedef hatine girtin. Belkî jî tiştekî rasthatî ye lê her du kes jî li pêşiya mizgeftê htaine kuştin. Di dosyayê de delîlên pir girîng hene lê bersûc negirtî tên darizandin. Bersûc, diçe dikana birayê Veysî Demîr û jê dixwaze îfadeya xwe biguherîne. Divê qeydên mobeseyan li dosyayê bên zêdekirin.”
‘Divê dîmenên hatine jêbirin dîsa li dosyayê bên zêdekirin
Maçoglû, îşaret bi îfadeyên nakok ê şahid Şerîf Toprak kir û got ku Şerîf Toprak bûyerên nedîtî weke ku dîtibe vedibêje û Şerîf Toprak beriya danişînê bi bersûcan re civiyaye û bi hev re îfade amade kirine. Maçoglû, destnîşan kir ku divê dîmenên kamerayên ewlehiyê yên kargehê bên başkirin û bersûc bên girtin. Parêzerê malbata Toprakê Sîpan Cîzrelî jî xwest ku dîmenên kameraya ewlehiyê ya Ravza-Derê û kargehên derdorê yên hatine jêbirin dîsa li dosyayê bên zêdekirin. Parêzeran, xwestin bersûc bên girtin.
Parêzer xwest ku MÎT têkildarî bûyerê rapora îstîxbaratî amade bike
Parêzerê malbata Gezer, Erdal Kuzu jî xwest MÎT têkildarî bûyerê rapora îstîxbarî amade bike, heke rapor hebe bila pêşkeşî dosyayê were kirin û wiha pê de çû: “Bersûc dibêje ku wesayîtên wan hatine şewitandin. Lê em nizanin ka têkildarî vê lêpirsînek hatiye kirin an an. Heke lêpirsînek hatibe kirin, em dixwazin pêşkeşî dosyayê were kirin. Ji bersûcan tenê yekî svap girtiye û der heqê 4 bersûcên din de tu agahî li ber destê me nînin. Heke hatibin girtin bila pêşkeşî dosyayê bên kirin. Faîl, salên dirêj bi polîtîkaya necezakirinê hatin parastin. Du kes hatine qetilkirin û tevî delîlên cidî nehatine girtin. Divê bersûc bên girtin.”
Parêzerên bersûcan jî xwestin miwekîlên wan ji danişînan bên varestekirin.
Daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
Piştî navberê, dozgerê dosyayê bi daxwaza girtinê mutalaa pêşkeş kir.
Şandeya dadgehê daxwaza girtinê û daxwaza varestekirina bersûcan ted kir. Dadgehê, xwest xwe li benda rapora ATKê, başkirina dîmenan bigirin û danişîn taloqî 8ê Hezîrana 2026an kir. Piştî danişînê, dayika Sînan Toprak Kadriye Toprakê bertek nîşanî biryara dadgehê da.













