Danişîna ewil a doza nûçegihanên MAyê Semra Turan û Tolga Guney û nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin dest pê kir.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) yên Îzmîrê Semra Turan û Tolga Guney û nûçegihana JINNEWSê ya Îzmîrê Melîke Aydin ji ber xebatên xwe yê rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin. Danişîna ewil a doza rojnamegeran li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Îzmîrê dest pê kir. Rojnameger û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nûnerê Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Ozgur Ogret dozê dişopînin. Danişînê bi parastina rojnameger Melîke Aydin dest pê kir.
Çi qewimî bû?
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat kirin de nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Tolga Guney, Delal Akyuz, nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkarê çapemeniyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Fûnda Akbûlût di 13ê Sibata 2024an de bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Der barê rojnamegerên ku di 16ê Sibatê de sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin Aydin, Guney, Akyuz û Akbûlût de biryara cezayê hepsa malê û der barê Başakçioglû û Tûran de jî biryara hefteyê 2 caran îmzedayînê hat dayîn. Piştî lêpirsîna 8 mehan der barê Cîhan Başakçîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn.