• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    Kerem Canpolat : Bi taybet divê nexweşên giran bên berdan

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    Kerem Canpolat : Bi taybet divê nexweşên giran bên berdan

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

    ‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Operasyon li dijî tifaqa gelê kurd û tirk e

Wan-Şirnex /AW

23 SIBAT 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêveberê DBPê yê Wanê Mehmet Emîn Kûtaz, bertek nîşanî girtina endamên HDKê da û got: “Daraz bi navê desthilatê faliyetên siyasî dimeşîne. Girtina endamên HDKê komploya siyasî ye.” Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî anî ziman ku operasyona li dijî HDKê li dijî tifaqa gelê kurd û tirk e.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî binçavkirin û girtina endamên HDKê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê daxuyanî dan. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê, parlementer Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mahmût Dîndar û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘Girtina HDKîyan felaketa hiqûqê ye’

Rêveberê DBPê yê Wanê Mehmet Emîn Kûtaz daxuyanî xwend û diyar kir ku daraz bi navê desthilatê faliyetên siyasî dimeşîne. Mehmet Emîn Kûtaz, destnîşan kir ku girtina endamên HDKê felaketeke hiqûqî ye û got: “Di encama vê operasyonê de 30 kes hatin girtin. Ji bo 13 kesan biryara hepsa malê dan. 7 kes jî bi biryara kontrola edlî berdan. Bi vê operasyonê, darazê careke din aşekere ku ew li ser navê hikûmetê xebatên siyasî dikin û guh nadin ti prensîbên qanûnê. Binçavkirin, kontrola edlî, hepsa malê û girtin li dijî hiqûqî ye. Komploya siyasî ye. Bi armanca tasfiyekirina dijberên hikûmetê ye.”

‘Têgihiştina xerakirina yekîtiya kurd û kirkan e’

Mehmet Emîn Kûtaz, destnîşan kir ku ev operasyon operasyoneke tolhildanê ye û wiha bi dawî kir: “Îdîayên ku bi vê hişmendiyê tên kirin ne êrîşeke vekirî û eşkere ya li dijî HDKê ye, li dijî armanca wekhevî, azadî û jiyana hevbeş e. Lê em dixwazin bînin bîra we ku her rejîmek zordar û mutleq bi destên xwe û bi van rêbazan xwe ji bo dawiya xwe amade dike. Hikûmet bi êşên mezin ên civakê welat dikişîne karesateke mezin. Em ê nehêlin ku welat ber bi karesatê ve bê kaşkirin. Partiya me wê li hemberî vê yekê raweste. Em careke din dibêjin, dawî li dozên komployê bînin. Hevalên me yên ku we di girtîgehan de dîl girtine tawilê berdin.”

Daxuyanî bi dirûşma “HDK em in, em li vir in” bi dawî bû.

Şirnex

Rêxistinên DBP, DEM Part û TJAyê jî bi heman armancê li ber navçeya DEM Partî ya Şirnexê daxuyanî da. Rêxistinên saziyên sivîl ên Şirnexê jî tevlî daxuyniyê bûn. Komê li vir pankarta “HDK tîfaka bindestan e hûn nikarin kirîmînalîze bikin” hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeyên, “Em hemû HDKî ne” berz kirin.

Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen daxuyanî xwendin. Abdullah Gungen diyar kir ku operasyona li dijî HDKê pêk hatiye ne hiquqî ye û operasyona kumpasê ya desthilatê ye. Abdullah Gungen destnîşan kir ku li hevkirina bajêr ne sûce û wiha got: “Ew biryara girtin û binçavkirinê li dijî tîfaqa gelê kurd û tirk e. Ew operasyon yek jî operasyona ji tol hilandineyê û li dijî wekheviya gelan e. Desthilat welet ber bi krîzan ve dibe. Em careke din dibêjin hevalên me yên ku wê di girtîgehan de dil girtinê demildest serbest berdin. Dawî li dozên komployê bînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan ve bi dawî bû.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

10 ÎLON 2025
Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

10 ÎLON 2025
Konseya Sendîkayên Skoçyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Konseya Sendîkayên Skoçyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

10 ÎLON 2025
Li Sûriyeyê kampanya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû

Li Sûriyeyê kampanya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû

10 ÎLON 2025
Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

10 ÎLON 2025
Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

Kerem Canpolat : Bi taybet divê nexweşên giran bên berdan

10 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (172)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne