Bi pêşengiya Komeleya 78an a Amedê gelek sazî û nûnerên siyasî ji bo salvegera 45emîn a darbeya 12 îlonê li pêşiya Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê kom bûm û daxuyanî da.
12ê Îlona 1980an de li Tirkiyeyê ji hela Kenan Evren ve darbeya leşkerî pêk hat. Di darbeyê de zext herî zêde li ser girtiyên girtîgeha Amedê hat kirin. Di navbera salên 1981 û 1984an de 30 girti bi sedemê cuda jiyana xwe ji dest dan.
Li Amedê bi pêşengiya Komaleya 78an, bi tevlîbûna gelek kesan li ber Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li hember tarîtiya 12ê Îlonê, Civaka Demokratîk û Aştiyê ava bikin” hat vekirin û dirûşmeya “Rûmeta mirovahiyê wê zextan têk bibe” hat berzkirin.
Piştî dirûşmeyan rêveberê Komaleya 78an a Amedê Huseyîn Bariş axivî. Huseyîn Bariş bal kişand li ser meseleya kurd û aştiya civaki û wiha got: “Em; wek saziyên ku vê daxuyaniyê didin, em dizanin ku hevrûbûna bi darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê re dê piştgiriyê bide çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan û aştiya civakî. Ji ber vê yekê wek gava pêşîn a vê hevrûbûnê, divê Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a ku sembola herî girîng a serdema darbeyê ye bibe muze. Divê xebatên wê bi beşdariya şahidên wê demê û saziyên civakî yên sîvîl bên meşandin.”
Di navbera axaftinê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Divê mafê hêviyê pêk were” û “Bijî civaka demokratîk” hatin berzkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Huseyîn Bariş di salvegera 45emîn a darbeyê de xwest ku girtigeh bibe muze û wiha domand: “Her bihosta vê girtîgehê li gor rastiya ku hatiye jiyîn û ji bo mirovahiya mezin divê wek ‘Muzeya Mafên Mirovan’ bê sererastkirin. Wek Hewldana 78’yiyan em dixwazin binpêkirinên ku li girtîgeha leşkerî ya hejmar 5 hatine jiyîn ji lijneya ku di bin banê Parlamentoyê de hatiye avakirin re vebêjin û bi rastiya girtîgeha leşkerî ya bi hejmara 5 re hevrûbûn pêk bê.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.