Şirnex – Danişîna doza pitikê 18 mehî Mehmet Uytun ê di 2009an de bi xaza îsotê jiyana xwe ji dest dabû li Edliyeya Cizîrê pêk hat. Dadgehê bi hinceta ku ewraq kêm in, daxwaza girtina kujer Hakan Alkan ret kir.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di sala 2009an de dema leşkeran êrîşî çalakiyekê kiribûn xaza îsotê avêtibûn û zarokê 18 mehî Mehmet Ûytûn bi fîşeka xaza îsotê jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bersûc Hakan Alkan de doz hatibû vekirin. Dadgehê bi sûcdariya “bi qezayê bûye sedema kuştinê” 3 sal 4 meh cezayê hefsê jê xwestibû û ceza hate xerakirin. Di danişîna berê de dadgehê biryara keşifkirina cihê bûyerê da bû.
Danişîna 2emîn a piştî xirakirina dozê îro li Dadgeha 1emîn a Cezayê Asliyeya Cizîrê hat lidarxistin. Dayik û bavên Mehmet Uytun û parêzer Yakup Guven jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Hakan Alkan tevlî danişînê nebû û parêzerê wî jî li ser SEGBÎSê tevlî bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir.
Di danişînê de Bav Tûran Uytun û dayik Kevzer Uytun xwestin kujerên zarokê wan bê cezakirin û daxwaza girtina kujer kirin. Piştre parêzer Yakup Guven parastin kir. Yakup Guven jî xwest biryara keşfê û ewraqên dozê ku ji berê hatinê xwestin bên tomarkirin û daxwaza girtina bersûc Hakan Alkan kir.
Daxwaza girtinê hat ret kirin
Dadger jî bilêv kir ku di danişîna ewil de ji fermandariya hezên bejayî û Fermandariya cendermeyan a Cizîrê re nivîs nivisîne fermandariya cendermayan a Cizîrê bersiv daye gotiyê bombaavêj a 40 m di destê wan de ye lê ya 40 MKE MOD 63 GE MEKE 06 B 101-003 ne di destê wan de ye. Dadgehê piştrê biryara xwe de ku li benda hatina delîlên Fermandariya Cizîrê biminin û daxwaza girtina bersûc Hakan Alkan ret kir.
Dadgehê danişîn taloqî 4ê Adarê kir.